Kekê me Arif rast got û xweş got

Serokê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Arif Bawecanî, serxwebûna Kurdistanê ji Kurdan re wek mafekî rewa dibîne û dibêje: “Heta ev pirsa giring paşve bê xistin, emê di asta cîhanê de paşve bikevin.”

Kekê me Bawecanî hefsarê hespê xwe û daxuyand: “Rewşa her çar parçeyên Kurdistanê ji ber rewşa dewletên dagîrker cudaye. Nabe başûrê Kurdistanê li benda rizgarbûna parçeyên din raweste û ligel sê parçeyên din serxwebûna xwe ragihîne. Niha rewşa Herêma Kurdistanê guncav e. Ger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne, em bi dil û giyan amadene jê re xizmetê bikin” filan û bêvan.

Serokê Partiya Serbixwe Bawecanî got: “Partiyên rojhilatê Kurdistanê ji bo paraztina destkeftiyên Herêma Kurdistanê şerê çekdarî yê ligel Komara Îslamî ya Îranê rawestandine” û rastîyek din, erkek pîroz anî zimên.

Kekê me Arif Bawecanî di derbarê Îranê de jî lotikek avêt, lotikek li sofîk û melayên Îranê xist û got: “Mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku peywendîyên siyasî û aborî ligel her aliyekî girê bide. Lê Îranê qet di peywendîyên ligel Kurdan de niyetek paqij nebû û dîrok şahidê herî baş ê kiryarên Îranê ye. Lewra bi baweriya min hemû cûrê peywendî û karkirinek ligel Îranê, pêwîste bi hişyarî be. Ji ber ku Îran timî di fikrê darbelêdanê de ye, çi di warê siyasî û çi jî di warê aborî de” û rastîyek din anî zimên.

Îran ji warê dek û dolab, di warê bêbextî û lîztikan de ji Tirk û Ereban zîrektir û bêbexttir e.

De binerin bê rehmetî Pêşewa Qazî Mihemed berî dardekirina xwe çi şîret li Kurdan kiriye..

„Birayên min!

Êdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Wê we bi hev bidin kuştin, wê we li hemberî hev çavsor bikin û bi derew û xapandinê we bînin beramberî hev.

Ji tevî dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel’ûn, xwedênenas û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjîya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebû û heye jî.
Temaşa bikin, binerin gelek zilamên we yên mezin, ji Smaîl Axayê Şikak bigirin hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din xapandin, aram kirin, xelq ji pişt wan vekirin û gelek bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku xwedêgiravî daxwaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan bikin. Feqet ev kes xweş bawer kirine û bi sond û sozên Eceman hatine xapandin. Lêbelê hetanî niha di dirêjiya dîrokê de kesî nedîtîye tenê carekê jî Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane Kurdan pêk anîbin. Tevde derew û xapandin bûye. Vaye ez wek birayekî we yê biçûk, di rêya xwedê de, ji bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin, ger Ecem hingiv bide we, diyar e jahr xistiyê. Bi sond û sozên derewên Eceman nexapin. Ger hezar carî jî dest li Qur’ana pîroz bixin û soz bidin we, daxwaza wan tenê xapandina we ye, ji bo hîlekê li we bikin.


Va ye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê xwedayê mezin ez şîretê li we dikim ku ya ji destê min hat bi serî, can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast; min ji we re xemsarî nekiriye. Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku êdî bi Eceman nexapin û ji sond, destlêxistina Quranê û ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne xwedê dinasin û ne jî ji xwedê, pêxember, roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin. Li cem wan bi tenê ji ber ku hûn Kurd in, bila hûn Misilman jî bin, hûn sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û wek xezayê qebûl dikin.

Soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Min pir caran jî paşeroj û şexsiyetên me yên mezin tefekkur dikir. Ên ku Eceman bi xapandin, sond, derew û hîle ew girtine û kuştine.
Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî min ji Eceman bawer nekiriye. Lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdar ên Kurd û Faris, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku daxwaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopek xwînê jî li Kurdistanê birije. Niha hûn bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin. Ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hikûmeta Ecem, weha nedihate serê me û we û komara me jî.“

Kujtin û şehîdkirina A. Qasimlo û Şerefkendî ji bîr nekin!

Ecemên bêbext ev herdu serokên Kurd jî bi bêbextî, bi soz û peymanên sexte kujtin.

Îcar Serokê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Arif Bawecanî rast dibêje gelî rayedar û lotikvanên hikûmeta Kurdistanê!

Şîretên şehîd Qazî Mihemed ji bîr nekin û hey ji bêbextîya sofîk û melayên Îranê hebin kaka…

Hewlêr

About The Author