Beşarko û qelşên çirvirî

Di zemanekî dûr û dirêj de, min çend mehan avdaniya pembo dikir. Xwedanê pembo jî, ewqas bextê wî reş bû, herroj, yan terempa bîrê xera dibû, yan jî mekîna li ser bîrê. Îca herdem pemboyê rebeno zor tî dibû û mişar jî dişeqşiqîn û qelşên wan ji devên maran û ji qelşên Enîsê (diya Beşarko) mezintir û firehtir dibûn. Roja ku av heba, wê rojê ji bo min dibû dojeh û xwêdana min digiha binê lingê min. Dema me av berdida ser mişarê, ê ma di hezar qul û qelşan re xwe didizî, te yek bigirta, deh qulên din vedibûn.

Îro, miletê Sûriyê wek wan mişaran lê hatiye, tî bûye û di dilê xwe de çiryaye û diryaye. Ew tîyê azadiyê ye, tîyê rûmetê ye, tîyê serfirazî û xwerizgarkirinê ye.

Ev bûye salek û çar meh, ku rêjîma Sûriyê bi tank, top û firokan li miletê Sûriyê dide, bi hezaran hatine kuştin, bi hezaran winda ne û bi sed hezaran hatine girtin. Kurê wê dêlikê û mafyayên dorê, wek gurên har ketine nav  xelkê û bi kêfa xwe wan dikujin û diperçiqînin. Ev dinya bêbext û derewîn jî, li vê şanoyê, bi xwînek sar dimeyzîne. Qerasên dewletan, bazirganên çekan, mafyayên Çîn û Rûsyayê, Çetên Mao û Lenîn bazara xwe li ser xwîna zarok, jin, mêr, pîr û ciwanên Sûriyê, bê şerm û heya dikin!

Lê mişar bi Beşarko nayê girtin, li Darha dixe, li Hims, Hema û Resten diteqe, li Qamişlo dixe, li Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Koban û Efrînê diteqe. Hamza kuştin, bi hezaran zarok ketin kolanan û navê wî li xwe kirin, ku yek dibe şehîd, bi hezaran dibin mêr û egîd!

Êdî min di kurê Enîsê ve!

Hindik maye milet kirasê wî jê bike û bi qûna tazî wî di kolanên Şamê de bigerîne.

Gelo wê rojê, devlapûro wê çi bersivê bide xelkê?

Kurdistan

About The Author