Mamê me Karayilan vê carê xweş got

Serokê Konseya Rêvebir a KCK mamê me Mûrad Karayilan, di derbarê bûyer û pêşketinên Rojavayê Kurdistanê de çend lotik avêtin û ji ajansa ANF re axivî.

Cîgerim Karayilan vek gellek caran dîsa Kurdewarî fikirî û helwestek Kurdewarî, helwestek ji berjewendîya rêxistin û partîyan dûr danî.

Di derbarê bûyerên Rojavayê Kurdistanê de mamê me Karayilan gotiye „ Avakirina yekîtîya navbera rêxistinên Kurd û avakirina heyetek bilind ku karibe temsîla hemi alîyên Kurd bike biryarek pir girîng û hêja ye. Ji vir û pê de pêşketinên ku di bin rêveberîya vê heyeta bilind de pêk bên, wê çareserîyên baş bi xwe re bîne“ û ajotiye..

Lê ya herî xweş û Kurdewarî jî, dîsa gotiye „Em wek tevger; pêşketinên ku li vî beşî pêk bên ne li ser navê tu partî yan rêxistinekê; di warê temsîlkirina îrada hevbeş a gelê me de sîstema Heyeta Bilind a Kurd rast û dirust dibînin û destekê didin tekoşîna azadîya li vî beşî. Em bang li gelê xwe yê Rojava dikin ku xwe li dora vê yekîtîyê bidin hev“ û pê de çûye.

Ez serê we neêşînim, her çiqasî mamê me Karayilan jî behsa paraztina sînorên Sûrîyê kiriye û gotiye divê Kurd di nav sînorên Sûrîyê de doza mafên xwe bikin jî, lê xwedîlêderketina yekîtîya rêxistin û partîyên Kurd û Heyeta Bilind a Kurd, helwestek pîroz û lotikek Kurdewarî ye.

Em vê lotika mamê xwe Karayilan pîroz dikin û jê re lotikên xurttir û bihêztir dixwazin..

Xwedê te ji serê KCK kêm neke cîgerim…

Qendîl

About The Author