YEK E

Sûrî dibê îştîraqî

Em in hevalê Sovyetî

Dibê bimrê Emperyalî

Kurd milet e heq jêr nîne

Tirkên hov dibê Kurd nîne

Dibên ew Tirkên berî ne

Hovo tu kê dixapînî

Ji xwe pê ve kê diçêrînî

 

Irak dibê va Kurd hene

Hikmê zatî serbixwe ne

Nîjadperest ev çi şer e

Ji wer bêje hişkera ne

 

Îran dibê USA mar

Yek e îslam hûn werin ser

Ê ku navê em bixin der

Bê sûal li ber bena ne

 

Her çar alîyê me kember

Agir û pêt timî li ser

Bi wê aşîtîya barbar

Bo aşîtî hêvî nîne

 

Ev barbarî heta bi ku de

Tu zanibe şores zû tê

Xwe dike yek çiqas jê tê

Ev ax yek e yek birîn e

 

15.3.85.

About The Author