Seyda lotikek li mamo xist

Serokê Meclîsa Netewî ya Sûrîyê Ebdulbasit Seyda, lotikek li mam Celal û helwesta wî xist û ew gêjomêjo kir. Xalê me Seyda di hevpeyvînek xwe de li hember peyama ku  mam Celal Talebanî  ji bo kujtina zavayê Beşar Esed dilgiraniya xwe diyar kiribû, dilgiranîya xwe anî zimên û got: „ Bi ellahwekîl  helwesta Talebanî  ne tu helwest bû. Meriv rabe peyama sersaxiyê ji bo kesekî re ku gelê xwe qir dike û Kurdan dikuje bişîne, cîyê mixabinîyê ye. Me hêvîya vê lotika qerase ji mamo nedikir“ û mîrkutek li nav serê mamo xist.

Seydayê me di dewamîya axavtina xwe de lotikên xwe domandin û dîsa got: „Helwesta mam Celal ji bo me û gelê Sûrîyê bêhêvîtî û reşbînî bû, dilê me xeland û em berşoşkî kirin. Û hetta ev bi vê lotika wî virikî jî bûn“ filan û fîstan.

Seydayê me lotikek li pêşmerge û şandina pêşmerge jî xist û got: „Binerin exûyî, gelê Sûrî bi hemû pêkhatîyên xwe naxwazin tu kes desttêwerdanê di pirsên wan ên navxweyî de bike. Şandina  hêzên pêşmerge ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bo rojavayê Kurdistanê wê meseleyê aloztir bike û bike şorba nîskê“ û naxwaze ku kesek destê xwe dirêjî nav pirsgirêkên Erebên qûnreş û Kurdên binxetê bike.

Ez serê we neêşînim, Sûrî û Kurdistana binxetê dikele, bûye wek beroşa li ser êgir û pelqe pelq pê ketiye. Her çiqas Seydayê me naxwaze ku hikûmeta Kurdistanê pêşmerge bişîne rojavayê Kurdistanê jî, lê li gor min kê berê hêza xwe şand û qûça xwe rakir, ewê lingê xwe bide erdê û bibe xwedî gotin. Yan na, îro pêşmerge neyê hawara Kurdan, wê sibê dusibê Tirk û hevkarên wê di herêmê de cirîdan bavêjin û herêmek tampon ku heta bi hetayê (wek Kibris ê) jê dernekevin, ava bikin.

Ji min gotin kaka…

Qamişlo

About The Author