Cûreyên Vîtaminan – 1

Vîtamîna A

Vîtamîn  A ya ku di kezeba me de tê depokirin, bedena me ji madeyên xuisardar û nexweşîyan diparêze.Di sîstema xweragirîn û çêbûna proteînan de bi bandor e. Di tevahîya organan de pêşketin, tamîr û mezinbûnê hildigire ser xwe. Ji bo çerm, hestî û por gelek pêdivî ye. Her weha toşbîyê/ bezên tîmûs  ku alîkarîyek mezin didin sîstema xweragirînê diparêze û normal xebitîna wan pêk tîne. Heke ji hewcedarîyê zêdetir û demek dirêj bê xebitandin, wê xebata toşbîyên/ bezên tîroît û /hizarpirtik/panqireasê kêm bike. Bi kêmbûna vîtamîna A, di dora çavan de sorbûn, bi şev kêmdîtin, nexweşîyên çerm, zûkalbûn, li hember nexweşîyan bêmeferî û lewazketin, di mezinbûna zarokan de hêdîbûn, li cem zilaman nemêrî  û li cem jinan stewrbûn pêk tên.

Di rêyên xweristî re bi destxistina vîtamina A:

Piranî di mêlak/kezeb,tevahîya goştên sor, masî, hilberînîyên ji şîr tên, hêk, pirteqal, sêv, zebeş, gundor/petîx, alûçe, xox û tirî de peyda dibe.

Vîtamîna B1(Thîamîne)

Vîtamîna B1 di xebitîna sîstema hêrsê de gelek bi bandor e.  Pêşîya nexweşîyên hêrsî û jarbûnan digire û ji bo kîlogirtinê dibe alîkar. Li hember têrnekirinên bêhndanûstandinê, qebizbûn û bêîştahîyê gelek bi fayde ye.

Di rêyên xweristî re bidestxistina wê:

Lobîyên (fasûlî)hişk, hêk, heyvanê bîra, birincê qahweyî, hilberînîyên deryayî û di tevahîya habûbatan (zerzewat) de peyda dibe. Bi rojane hewcedarîya kesekî 1,5 mîlîgram e.

Vîtamîna B2 (Rîboflavîne)

Vîtamîna B2 ji nêzda bi kezebê re eleqedar e. Guherandina proteîn û karbonhidratan ji bo enerjîyê , jiholêrakirina bêxwînîyê, nûjenkirina soregilokên xwînê, çêbûna antîosîdanan û nûjenbûna tevnên beden pêk tîne. Ji bo berterefkirina edavgirtinên/kurmîbûnên dev, ziman û rûvîkên zirav zêde bikêrhatî ye. Bandora wê ya Di çavan de pêknehatina avareş/katarak bi bandor e,bandora wê ya ji bo nexweşîyên çerm û mîgrenan heye.

Di rêyên xweristî re bidestxistina wê:

Di behîv, heyvanê bîra, penîr, goştê çêlek û mirîşkan, gurçik û genim de peyda dibe.

 Vîtamîna B3 (Nîcotnîamîde )

Vîtamîna B3  guhertinên rûn /dohn, proteîn û karbonhîdratên di bedena me de dike enerjî û bi fayde ye. Tekûz xebitîna sîstema givirandinê /mehandinê û rûvikan pêk tîne. Ji bo sererastkirina fonksîyonên mejî, bêhalî, xewarbûn, deprasyon, parastina tendurustîya çerm xwedîyê cihek girîng e.

Di rêyên xweristî re bidestxistina wê :

Herî zêde goştê çêlekan, brokolî, gulkelem, karnebihar, gêzer, penîr, arvanê genimnok, genimê stenbolî, gilgil, hêk, masî, şîr, kartol û bacanên sor/firengî /şamik/ an de peyda dibe.

Vîtamîna B4 (Adenîne)

Vîtamîna B4 ji bo spîgilokên xwînê pir girîng e. Têrzayîn û nûjenkirina hucreyên xwînê pêk tîne. Heke bi qasî hewceye neyê standin, dibe sedemê madarê kêmbûnên spîgilokan.

Di rêyên xweristî re bidestxistina wê :

Di kartol, zerika  hêkê, fêqî, kelem, bacanên sor û goşt de peyda dibe.

About The Author