Dinya ji kesî re namîne

Belê, bela kesek dilê xwe bi dinyayê xweş neke û nebêje ezê her û her mîr û wezîr bim. Mîr jî dibin kizîr û kizîr jî dibin mîr û wezîr.

Wextekî zarokên xalê me Qeddafî di nav zîv û zêran de, di qesr û bircan de dijîyan. Şîrê şêr di eyarê şêr de dihat ber devê wan. Lê dewletên rojava ji bo guhertina rewşa Rojhilata Navîn ew dan ber şeg û pegan û tirr ji wan berdan, ew ji wê jiyana mîr û paşatîyê mehrûm kirin, kirin parsekên devê derîyan.

Kurê xalê me Qeddafî (rehma xwedê lê be, Qeddafî hertim dostanîya Kurdan dikir) Hannîbal û jina wî Alîne kêfa li ser kêfê dikirin. Li bajarê Trablûsê di malekê de wêneyên wan ên „Demokrasîya nav livînê“ hatin bidestxistin. Lê heyf û mixabin e ku ew demokrasîya nav livînê li wan bû jehr û ziqûm û qûş li wan qetiya. Ew rojên wan li paş man û niha her du „Demokratên nav livînê“ bi xewn û xewnerojkên demokrasîya berê rojên xwe diborînin..

Erêêêêê erê….

Bela kes nebê ez çi bûm. Bela bêjin ezê bibim çi?

Lîbya

About The Author