Parêzerê xurufî Alî Kemal Yilmaz Bayraktar (navê wî jî wek kîrê kerê dirêj e law) li bajarê Trabzon ê bûye bekçîyê jinên ku „tayt – derpîyên tenik û teng“ li xwe dikin û li dijî jinên taythez dest bi şerê çekdarî û hiqûqî kiriye.
Parêzer Alî Kemal Yilmaz Bayraktar, li ser cama ofîsa xwe nivîsandiye „Jinên ku tayt li xwe dikin, nikarin têkevin hindur“ û daye lotikan.
Li gora dîtina Alî Kemal Yilmaz Bayraktar beg efendî, jinên ku tayt li xwe dikin dibin sebebê tecawizê, mêran ji rê dibin, aqilê zilaman çelqe belqo dikin û wan dikin wek hespên serxweş.
Alî Kemal Yilmaz Bayraktar beg efendî dibêje: „Lixwekirina Tayt guneh e, li dijî ar û edebê ye. Ev derpî zilaman ji rê dibe, gava zilam çav li van derpîyên ziqziqandî dikevin, girêza devê wan 5 metroyan diherike, doxîn ji wan dişemite û dibin tecawizcî“ filan û fîstan.
De ka hûn jî li jinên bi Tayt binerin bê çi dikeve serê we gelî xwendevanan.
Gelo Alî Kemal Yilmaz Bayraktar mafdar e, yan birastî jî xurufî ye…
Trabzon