Nirxê xwe neke nirxên me xalê Osman

Çima ku di Newroza Amedê de ala Tirko nehatiye daliqandin, Kasimpaşalî Receb û çawîşên wî rabûne ser tapanan û rexne li çawîş, başçawîş û çaycîyên PKK û BDP digirin.

Xwedê heye, mafê Kasimpaşalî Receb jî heye ha.

osman_baydemir

Madem êdî we dev ji Kurdistanek serbixwe berdaye û hûn dewletbûnê ji Kurdên xwelîliser re heram dibînin, madem êdî armanca we demokratîkkirina Tirko cimhûrîyetî ye, çima hûn ala xalanên xwe danaliqînin babam? Ma hûn henekên xwe bi Tirko qardaşlarên me dikin he? Ma ev karê zaroka ye cîgerim? Êdî wan terîşk merîşkkên kesk û sor û zer bavêjin û wê ala ku bi xwîna Kurdan sor bûye, wê ala „Ay-Yildiz“ li malên xwe daliqînin û li serê xwe bipêçin. Madem hûn parêzerên yekîtî û sînorên demoqratîk Tirkîyê cimhûrîyetî ne, „Îstîqlal marşî“ jî bixwînin û „Tirk im, rast im, çeqilmast im“ jî bixwînin.

Axir, di vê derbarê de şaredarê Diyarbekirê, xalê cilêtçî û esrarkêşên Xançepekê xalê me Osman Baydemîr, lotikek çeqilmastkî avêt û got: „ Binerin cîgerim, ala Tirko nirxê me yê hevbeş e. Hûn ji kîjan Kurdî bipirsin ew vê alê wek nirxek netewî dibîne“ û xwe kir qurban û heyranê ala Tirko.

Yaw xalê Osê, ji kerema xwe, bi xêra dê û bavê xwe, li ser navê 25 milyon Kurdên bakur neaxive û wê ala ku wek navik û zîlika zebeşê Diyarbekirê sor e, bi Kurdan şîrîn meke babam.

Hema ez yek ji 25 milyon Kurd im û wê quzilqurta ala te wek nirxek netewî qebûl nakim.

Wê toqa naletê nexin stuyê temamê Kurdan kezeb.

Amed

About The Author