Bihuşta Ewrpûpayê Cap d’Agde

Li Fransayê bajarek bi navê Cap d’Agde heye. Ev bajar wek bajarê şût û rûtan, bajarê tazî û mazîyan navdar e. Li vî bajarî tazîbûn  serbest e. Herkes kare xirrik û mirrikê xwe berde çolê û derkeve kêf û seyranê.

Şênîyên bajarê Cap d’Agde hingî ku fêrî tazîbûn û mirovên tazî bûne, gava insanekî bi cil û kinc dibînin, wek ku hirçekî bibînin pê dikenin û tinazê xwe pê dikin. Çi li malê, çi li sûk û banka û postexanê, çi li kuçe û kolanan, herkes şilfî tazî, şût û rût digere.

photo_1262273308596-1-0_zoom

Bajarê Cap d’Agde 5 seetan dûrî Parîsê ye gelî lotikvanino.

Kesên ku ji lixwekirina cil û bergan aciz e û dixwaze ji kirîna cil û bergan xilas bibe, hema nesekinin û berê xwe bidin bajarê şût û rûtan, bajarê Cap d’Agde.

Bi ellahwekîl hûn poşman nabin.

Hem hûnê ji lixwekirin, kirîn û şûştina cil û kincan azad bibin, hem jî hûnê kêfa li ser kêfê bikin û têra xwe li xiyar û bacanan binerin.

Tew belkî hûn bibin xiyarfiroş jî ma kî zane….

Parîs

capd-044

kamasutra_1

About The Author