Leylo û Selo şûr li hev kişandin

Belê, ez ne dîn im ne gêj im, ez rastîyê dibêjim…

Xaltîka me Leyla Zana hevpeyvînek qerase da rojnameya Hurrîyet a Tirkî û rojeva Kurd û Tirkan serobino kir, kir şorba kelandî.

Balkêş e, di vê dema ku PKK û BDP bi xurtî û ji CHP û MHP zêdetir êrîşî Erdogan û hikûmeta wî dikin, Leyloka me pesnê Kasimpaşalî Receb da û ew firand ezmanê heftan. Ez nizanim çi pirsgirêk, dek û dolab di navbera Leyloka me û BDP de hene, lê xuyaye beroşa wan dikele û şorba nîskê li ber fûrandinê ye. Heke pirsgirêkên wan tunebin, çima wê Leyloka me yekser rabe û pesnê Kasimpaşalî Receb bide û bêje “ewê mesela Kurd çareser bike” nizanim. Lê ji berê de gotine “Ciyê agir lê nebe dûman jê dernayê”.

Xaltîka me Leyla Zana di hevpeyvîna xwe de gotiye “Ez di wê bawerîyê de me wê Erdogan vê meselê çareser bike. Di vî warî de min hêvî û bawerîya xwe wenda nekiriye. Naxwazim wenda jî bikim. Tiştê em ji bo çareserkirina mesela Kurd bikin ev e ku em li kêleka serokwezîr bin û wî teşwîq bikin“ û piştgirî da lotikên Erdogan. Leyloka me herweha pesnê gav û lotikên Erdogan, TRT6 û hinek gavên din jî daye û piştre mîrkutê xwe li nav serê PKK û BDP xistiye.

Xaltîka me Zana berê lotikek bêîman li PKK xistiye û gotiye:  „PKK ji sala 1999an û virve dev ji tekoşîna Kurdistana serbixwe û yekgirtî berdaye, li şûna wê siyaseta hevjîyana bi Tirkiyê re kiriye armanca xwe. Li gora min, madem ji 1999an û virve stratejî hatiye guhertin û li şûna Kurdistanek serbixwe û yekgirtî hevjîyana bi Tirkiyê re cîh girtiye, êdî tu wîjdan kujtina van xort û ciwanan qebûl nake. Divê PKK jî vê pêvajoyê li gora wê binirxîne” filan û xeftan.

Ango, Leyloka me dixwaze bêje “Temam, berê xort û keçên me ji bo Kurdistanek serbixwe û yekgirtî dihatin kujtin, şehîd diketin, qebûl. Lê niha? Çima wê xort û ciwanên me bilasebeb ji bo demokrasî û hevjîyana bi Tirkiyê re bên kujtin babam, ma me ew li ser sergoyan, bê xwedî û bê xwedan dîtine?” û siyaseta PKK rexne dike, îmana wê teneke dike.  

Û BDP?

Leyloka me lotikek qerase li çawîş û başçawîşên BDP xistiye, pirça serê wan weşandiye, şorba nîskê bi serê wan rijandiye û gotiye: “Wekîlên Kurd ên di nava AKP de bi hissî Kurd, lê di ramanê de ne Kurd in. Yên di nava BDP de jî di ramanê de Kurd , lê bi ruhê xwe ne Kurd in. Herdu alî jî nîvco li mesela Kurdî dinerin. Wekîlên AKP ji bo pêşeroja Kurdan tiştekî his nakin, xemsar in. BDP î jî pêşerojê difikirin lê dûrî his û ruhê Kurdan e, ji ber vê mekanîk dimînin” û kirasê xwe li serê BDP gerandiye.   

Xaltîka me Zana bi van gotinan dixwaze bêje ku “Erê BDP î li pêşerojê difikirin, lê ji his û ruhê Kurdan dûr in, dûrî ruhê Kurdayetîyê ne” û wekî din..  

Ez serê we neêşînim, ma Leyloka me pesnê Kasimpaşalî Receb bide û serokê sererd Selahattîn Demîrtaş bêdeng bimîne dibe? Nabe.

Serokê sererd ê BDP Selahattîn Demîrtaş, ango Seloyê me, di derbarê gotinên xaltîka me Zana de lotikek avêt, kitan û şerpa serê Leyloka me çirvirand û got: “Her kî ji Kasimpaşalî Receb bi hêvî be, ew saf e (yanî ehmeq e), wek AKP difikire” û Leyloka me rexne kir.

Werhasilî kelam, halîhazir navbera Leyloka me û hevallerên me wek pira siratê tenik û zirav bûye. Piştî vê hevpeyvîn û pesindana Erdogan wê hevalên sererd û binerd çi fitû û ayetan ji bo xaltîka me Zana derxin, hûn bifikirin…

Amed

About The Author