Aha ji we re torinên Lenîn û Stalîn!

Guhertina Rojhilata Navîn tê wateya serûbinbûna dinyayê û têkçûna berjewendîyên dewletên mezin. Ji ber vê jî dewletên wek Rûsya zû bi zû naxwazin Kurdistana mezin bê damezirandin û Kurd serbixwe bibin. Naxwazin ji ber berjewendîyên wan ji serxwebûna Kurdan ferztir û giranbuhatir in.

Rûsya ya ku ji bo berjewendîyên xwe Komara Mahbadê têk bir, ji 1946an û virde rûyê xwe eşkere kiriye. Her çiqas azadbûna başûrê Kurdistanê bê îrada Rûsya pêk hat jî, lê îro Rûsya naxwaze Sûrî û desthilatdarîya malbata Esed têk biçe. Çima naxwaze? Ji ber têkçûna Sûrîyê tê wateya azadbûna Kurdan û danîna stûna Kurdistana mezin. Ev jî li hesabê Rûsan nayê. Berjewendîyên wan ên li Sûrî û Rojhilata Navîn rê li ber serxwebûna Kurdan digre, ji ber vê jî Rûs naxwazin dewletên rojava êrîşî Sûrî bikin û rewşa heyî biguherin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, eşkere niyeta dewleta xwe eşkere kir û tirsa dilê xwe derxist der.

Lavrov efendî çi dibêje?

Dibêje: “Binerin oxlim, em naxwazin Kurd bigihên mafên xwe. Çima em naxwazin? Ji ber Kurd li Tirkiyê, Sûrîyê, Iraq û Îranê hene. Gava ev milletê mezin bibe yek û di dilê Rojhilata Navîn de dewletek serbixwe damezrîne, wê qûnê li me biqetînin û wê berjewendîyên me têkevin xeterê. Bindestî û koletîya Kurdan ne xema xirrê me ye, berjewendîyên me ji 101 bavê Kurdan ferztir in babam” û pişta xwe da pişta Beşarko.

Ez serê we neêşînim, Kurd û Kurdistan ji bo berjewendîyên dewletên rojava û Rûsya hatin parşe û dabeşkirin. Û îro jî dewletên mîna Rûsya (heyf û xebîneta wan salên ku me dabû dû qûna Rûsên sosyalîst û kominîst û em bi wan hatin xapandin) dîsa naxwazin Kurd bibin yek û welatê xwe serbixwe bikin.

Bela gotinên Sergey Lavrov bibin guhar û têkevin guhên Kurdên ku heta bi îro jî bi navê sosyalîzm û çepîtîyê qûna Rûsan dalêsin û Kurdan bi navê bratîyê ji wan re dikin dûv û terî.

Moskova

About The Author