HÛN LI SER ÇI DIPONIJIN !

Xalê Memo hinek hiş sivik e, jê re “Memoyê Dînik” dibêjin. Ji alîyê malê dinê de jî feqîr û xizan e. Salê carek ji Divrika Sêwazê bi rê dikeve, tê li ba hembajarî û gundîyên xwe pere berhev dike û bi vî awayî debara xwe dike.  Hembajarî jê gelek hez dikin, hesreta welêt bi gotinên Memoyê Dînik hinekî divemirînin.

Memo ji welêt hatiye, hembajarîyan dor lê girtine. Bi henek û laqirdî suhbet dikin. Her yek jê tiştek pirs dike, Memo jî bi qasî zanîna xwe dibersivîne.

Remezan got “ Memo, di gund de kes nemaye, hûn çend malbat in, Hisik, Ûsiv hûn êvara têne ba hev gelo ?

Memo got “ Na

Remezan berdewam kir “ Çima lo ? Ma şeva we çawa derbas dibe?

Memo got “ Wele  kes naçe ba kesî, em hema dinin hev û radizên, şeva me wisa derbas dibe

Yên li wê derê bi kena ji xwe ve çûn.

Hecî Qeya got “ Memo, meta min qe çi dike rewşa wê çawaye?

Memo got “ Rewşa meta te baş e, wê çi bike ? Pozê xwe bi ser quzê xwe de berjêr kiriye û diponije

Hecî Qeya şerm kir û poşmam bû ku meta xwe pirskir werhasil.

Di van rojên dawî de rewşa Kurdan jî ne baş e. Hinekên sererd û binerd li ser xwîna Kurdan dixwazin bi deh salan şerê qirêj bidomînin, yên din jî wek metê diponijin mixabin.

About The Author