Xalê Osman lotikek li mamo xist

Helwesta mamê me Talabanî di nav Kurdan de pir hat nîqaşkirin û rexnekirin. Mamê me Talabanî çi difikire, di dek û dolab di serê wî de hene nizanim, lê...

Helwesta mamê me Talabanî di nav Kurdan de pir hat nîqaşkirin û rexnekirin. Mamê me Talabanî çi difikire, di dek û dolab di serê wî de hene nizanim, lê xuyaye ji Erebê qûnreş Nûrî Malikî re bûye pişt û balgeh û pişta Nûrî Malikî digire.

Di vê derbarê de xalê me Mehmûd Osman ji rojnameya Şerq El-Ewsed a Brîtanya re axivî, helwesta mamo rexne kir û lotikek bêîman li mamê me Talabanî xist.

Xalê me Osman gotiye: „Ew qûnekê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî milyonek çekdar xistiye bin destê xwe, Celal Talabanî jî naxwaze bawerî ji Malikî bê vekişandin û bûye alîgirê wî. Kurd, Ereb, Sune, Şîa û Turkmen dixwazin ku bawerî ji Malikî bê stendin, lê ew xiyar guh li kesekî nake. Talabanî naxwaze bawerî ji Malikî bê vekişandin, ew her ji destpêkê ve pişta Malikî girtiye“ filan û fîstan.

Li ser bextê rojnameya Şerq El-Ewsed be, dibêjin hinek fitne û fesad dibêjin ku mamê me Talabanî ji sofîk û melayên Îranê ditirse û ji ber wê dawa Nûrî Malikî bernade. Hinek fitne û fesad jî dibêjin ku „goştê elokên Îranê ji goştê elokên Kurdistanê xweştir û lezîztîr e, ji ber wê destê mamo ji goştê elokên Îranê nabe û piştgirîyê dide Nûrî Malikî.

Êêêêêê, ji xwe hebûn û nebûna mamê me xwarina goştê elokan e. Ma go goştê elokan ji ser bê qutkirin, wê dawîya temenê xwe mamê me çi bixwe kaka! Ma bila mamê me bê goştê elokên Îranê bimîne, ma bila rebeno ji birçîna bimre kaka!?

Silêmanî

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Guhdar Kurdi
    4 Juli 2012 at 14:32

    Rojeke di mehkeme de le Maliki “ruwi” pirs kirin, ere ruwi sahide te keye? Ruwi di bersiweda got dulika min ” Mam celale”

  • baran
    4 Juli 2012 at 23:41

    erê bavo ma goştê eloka hindike … qê ji goştê eloka hindike.. ku mirov ranê eloka dixe devê xwe hingê bihişta xwedê tê berçavê mirov… mamo mafdara yanî… noşîcan be mamê me ji bo me jî bixwe…

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...