Îmkan heye ku PKK bê guhertin

Alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi vê yekê naskirî ne ku hurmeta rexneya beramber nagirin. Lê berê her yek ji PDKê û YNKê jî ji PKKê baştir nebûn. Sedema vê jî eve ku bo endamên van partiyan zor e ew qebûl bikin kesek partiya wan rexne bike, ji ber xwîna “şehîdên” wan, yan weke rêzgirtin bo kesûkarên van endamên ku ji ber partiya wan hatine zîndankirin û îşkencekirin. Ji aliyekî din jî di hundirê her yek ji van partiyan de jî şerê li ser desthilatê heye.

Li Sûriyê rexnekirina PKKê giran e bo wan kesên ku dixwazin hevrikiya vê partiyê bikin. Kesekî ku ew rexnekiribû, neçar mabû ji ber destên wan bireve, ji ber eger ne wisa bûya, wê alîgirên PKKê êrîşî wî bikirana. Bo kesûkarên şehîdên PKKê û alîgirên wan jî giran e ku vê yekê fêm bikin ku kesek wî mafî bide xwe û rexneyan li Ocalan û partiya wan bike. Di beşên din ên Kurdistanê de pirr caran ev tişt pêk tê. Ji ber ku kesên ku rexne li wan tê kirin, pirs dikin: ma gelo wan xort û keçên xwe belaş dane kuştin? Yan ji ber çi hevalên wan di zîndanan de ne?

Kesên ku berê bo PDKê û YNKê şer kirine heman pirsgirêka wan heye û nikarin vê yekê qebûl bikin ku yek Barzanî û Talebanî rexne bike. Ji ber ku eger ne wisa be, wateya giyan û jiyana zarokên wan bi avê de çûye. Bi taybetî kesên ku zarokên wan di serdema şerê navxwe de hatine kuştin, nikarin rexneyê qebûl bikin. Lê niha her yek ji Barzanî û Talebanî PKKê rexne dikin. Ev jî ji bo xurtkirina têkiliyên xwe ligel Tirkiyeyê. Lê bi nerîna min van herdu partiyan jî berê heman ev karê ku niha PKKê pêk tîne, wan jî pêkaniye.

Tiştê ku hatiye guhertin eve ku niha hikûmeta PDKê û YNKê heye û êdî zêde ne pêwîste ew destên hesin nîşanî himberên xwe bidin, daku hebûn û mayîna xwe îsbat bikin. Niha rexnekirina van hesantire, ji ber ku hewl didin têkiliyên wan ên baş ligel Rojava hebin û sîstema demokratîk a Rojava qebûl kirine. Vê jî wisa kiriye ku ew siyaseta xwe biguherînin.

Tevlî vê yekê jî dema mirov PDKê yan YNKê rexne dike, alîgirên wan radibin û tundûtîjiyê nîşan didin. Mimkin e jî ku te bi vê yekê tometbar bikin ku tu xizmeta „dijminên Kurdistanê“ dikî.

Derbarê PKKê de pirsgirêk nehatiye guhertin û milmilane didome. PKK û Tirkiye herdu jî mafên mirovan binpê dikin û propagandayên şer li dijî hevdu belav dikin. Wate bo PKKê û alîgirên wê ku di şer de ne: her rexnekirin xizmeta dijmin dike. Dewleta Tirkiyeyê berê jî rexneyên Kurdên hundirê Tirkiyeyê li dijî PKKê bikardianîn û digot ev belgeya nerewayiya vê partiyê ye di nava Kurdan de. Loma PKK hez nake ku di hundir de rexneya wê bê kirin. Ev jî wisa dike ku ji Kurdên serbixwe re zor be ku PKKê rexne bikin. Herwiha Ocalan jî di nava partiya xwe de cihek peyda kiriye ku gihaye asta vê yekê ku ew kesekî pîroz be û kes newêre behsa wî bike.

Li Sûriyê Kurdên ku PKKê rexne dikin bi vê yekê tên tometbarkirin ku ew bo Tirkiyeyê dixebitin û xizmeta Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê dikin. Ev rewş wê bidome heta ku milmilaneya navbera PKKê û Tirkiyeyê de berdewam be û tenê wê demê wê bê guhertin, dema pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser bibe û cihê PKKê bê guhertin. Heman ev tişt li welatên din de jî pêkhat ku tevgereke çekdarî ya Marksî têde hebû.

PKK niha hinekî nermtir bûye li himber rexneyê û wisa dike ku Tirkiye kêmtir bikare rexneyan dijî wê bikarbîne. BDPya kurdî beşdarî proseya siyasî li Tirkiyeyê kiriye û xebatên xwe di çarçoveya hewaya demokratîk de pêk tîne. Wate, eger pirsgirêka kurdî çareser bibe, wê PKK bêtir berbi demokratîbûnê biçe, heta eger Ocalan jî ligel vê boçûnê nebe. Madem PDK û YNK karîn bên guhertin, çima PKK nikare?

Rûdaw

About The Author