Heta nehat revandin nebû BDP î

Xuyaye carna tirs başe. Hinek mirov heta netirsin û mirinê li ber çavê xwe nebînin, nayên ser rêya îmanê.

Endamê AKP û muxtarê gundekî Colemêrgê Mehmet Çakir, piştî ku ji alî gerîllayên PKK ve hat revandin û serbest hat berdan, ji partîya xw AKp îstîfa kir, lotikek li partîya xwe xist û bi halla halla bû endamê BDP.

Wey endametîya te li ser xêrê be xalê Mihemed!

Yaw ma te berê ji partîya xwe îstîfa bikira, bêyî ku tu bihata revandin tu bibûya endamê BDP ne çêtir û bixêrtirbû xalê Muxtar?

Lê dibêjin „Meriv ji nîvê rê jî vegere başe“.

Îcar tu ji nîvê rê vegerîya ser rêya heq û îmanê xêr e, hem jî xêra bi 100 xêrî ye ellahwekîl.

Belkî ji bo vê lotika te yezdanê pak li bihuşta rengîn 71 horîyên germik û nermik jî bide te ma kî zane xaloooooo….

Colemêrg

About The Author