Forma xwe wek forma COCO biparêzin

Lotikvana navdar û agirpêketî, sembola seks, erotîk, lotik û zîtirkan, bedewa sîngmezin û qûnbergîlî, horîya xewn û xeyalên xort û kalan COCO xanim, form û ciwanîya bedena xwe bi spor û avjenîyê (melevanî-sobanî) diparêze.

Ji bo em agahdarîyekê li ser forma wê jê bistînin, ez sê şev û sê rojan li ber devê derîyê wê bêxew, şipya û li ser lingekî mam. Şeva çaran, tam dema ku ezê ji bêxewî bêhiş bikatima, xanima germik û nermik derî ji min re vekir, dilê wê bi min rebenê xwedê şewitî û ez avêtim hindurê mala xwe.

Piştî halxweşî û kêfxweşîyê, me wîskîyek Amerîkî bi ser kezeba xwe dakir, serê me hinekî bû leylan û xanimê dest bi serpêhatîya paraztina form û ciwanîya bedena xwe kir û got:

„Biner xiyaro, berî her tiştî ez bedena xwe bi seksê, bi erotîk û xistin û derxistinê diparêzim, ev yek. A diduyan, ez her sibeh seetekê dibezim. Nîvrokî dîsa ez têra xwe gon dixwim, kurmik û mîkropên di laşê xwe de vedirşim û bedena xwe rehet dikim. Êvarî ez seetekê dikevim behrê (deryayê) û avjenîyê dikim. Helbet di nav wê ava xweş de ez têra xwe tir û fisan jî dikim, gaza di nava xwe de berdidim derve û zikê xwe difisînim. Piştre ez û yarê xwe em diçin aşxanê, hinek xwarinên sivik, zelete filan û fîstan dixwin. Piştî xwarinê em vedigerin malê, em dikevin serşokê, hevdu sabûn dikin, difirkînin û carna jî çend tilîyan davêjin bin dûvên hev. Piştre em dikevin nava livînê û wek wan çêlek û ciwangeyên nav garanê em hevdu digevizînin, bi pêhn, lotik û zîtirkan em hevdu dinermijînin û toz û tirabêlkê bi ser serê xwe dixin. Û piştre em dikevin xewa giran, dibe xirexir, fisefis û tiretira me. Û bi vî awayî ez form û ciwanîya bedena xwe diparêzim“ filan û fîstan.

Axir, piştî ku wê bêbava COCO xanim a ku têra gundekî sax dike ez bi wîskîyê kirim leylan, derî ji min re vekir, got „Bay bayyyyyy“ û silavên xwe ji xwendevanên eşîreta Lotikxanê re şand.

Îcar qurban û heyran, heke hûn jî dixwazin form û ciwanîya laş û bedena xwe wek a COCO xanimê biparêzin, dereng nemînin û serî li başçawîşên eşîreta Lotikxanê bidin. Navnîşan, pêşnîşan û paşnîşana COCO xanimê li cem me heye. Emê bê pare, bê mesref we bişînin ber destê COCOka xwe û wê COCOka me jî dersa „Firkandin, nermkirin û germkirinê“ bide we û hûn sax…

Amerîka

About The Author