Dibêjin „Filankeso çû seferê, vegerîya kerê berê“. Îcar xuyaye ev jî mesela me û rayedarên dewletê ye.
Serokê Meclîsa Tirkiyê cîgerim Cemîl Çîçek, dîsa lotikek wek lotikên berê avêt û bê qeyd û şert „çekdanîna PKK“ xwest.
Cemîlo ji bo tunekirina terorê û qaşo çareserkirina pirsa Kurd pêşniyaznameyek ji 11 xalan pêkhatî pêşkêşî awira gelemperî ya Tirkiyê kir û navek din bi dû xwe xist. Navê wê pêşniyaznameyê jî kiriye „Terore karşi ulusal mutabakat – Li dij terorê lihevhatina netewî“.
Çîçek efendî berdewamîya şerê li dijî terorê (PKK) pêşniyaz dike, dixwaze ku PKK bê qeyd û şert çekên xwe deyne, teslîm bibe û tifa xwe balêse. Lê cîgerim Çîçek çareserkirina pirsa Kurd wek her carê dîsa bi aborîyê ve girê daye û di wan 11 xalan de qet behsa çareserkirina pirsa Kurd, naskirina ziman û nasnama Kurdî nekiriye. Tenê behsa hinek „maf, heq û hiqûqên kesayetîyên hemwelatîyên Tirkiyê“ kiriye û mesele safî kiriye.
Kuro sayin cîgerim Çîçek!
Law ma heta kengî hûnê Kurdan bi wan çîrok û çîvanokan bixapînin oxlim? Heta kengî hûnê morîkên xewê têxin guhê Kurdan oxlim? Ma Kurd ker û kurtanên berê ne ewladim?
Werhasilî kelam, sayin Cemîl Çîçek bayek ji ber serê xwe berdaye û ji temamê partî, rêxistin, sazî û dezgehên sivîl xwestiye ku van 11 xalan qebûl bikin û vê pêşniyaznameya netewî îmze bikin.
Kuro bi telaq min îmze nekir!
Enqere