Serxweşiya hinek nivîskarên Binxetê

Gelo hûn dizanin gelî xwendevanan bê çiqas qure û kund li Binxetê hene? Yan jî bê çiqas nivîskarên qayîşger li wir hene? Yan jî bê çiqas nivîskarên ku bi avê serxweşketine hene? Yan jî bê çend nivîskarên ku behwerkirine ew mezinin hene, yan jî yên mîna nepoxan bilind dibin  û bi striyekî diteqin li ba van biraderên me yên Binxetê hene?

Kuro lawo li ba xelkê çiqas nivîskar mezin dibin wisa jî distewin û bi aqlane tevdigerin, pêre jî hêviyan didin derdorên xwe, bi sekin û xebata xwe a bi gelê xwe re. Lê mixabin li ba me Kurdan ne wusaye, çiqas yê me mezin dibin wisa jî dixerifin û aqilê wan çelqomelqo dibe. Bê goman ne tev, ji bo em derbasî tawanbariya bi giştî nebin.

Ez vê demê bala xwe didim nivîskarên internetê yên ku qaşo qerasene û tên naskirin li rojavayê Kurdistan, bi taybetî yên ku bi zimanê Beşar dinivîsin û mîna gayê Îspanya li wan hatiya, hema PYD çi bike û heya nekiribe jî ji ba xwe sînaryo dinivîsin û di cî de nivîsekê derdixin û şerê wê dikin.

Yekîtî di navbera hêzên rojava de çêbû dîsa van ne camêran dev ji nivîsên xwe bernedan, Kurdên binxetê dest danîn ser rêvebiriya xwe dîsa dest ji zirîna xwe bernedan.

Xwezî min zanîba  bê jinên van nivîskaran nivîsên wan dixwînin ya na?  Ji ber kesên bi vî rengî dijminatiyê dikin û qudus dibin mala xwe jî temsîl nakin. Ev xuyaye wiiii..

Axir, li nava kolanên internetê bigerin û ji xwe re ecêbên dinyayê bibînin, bi taybetî jî yên ku berê hevalê PYD û PKK bûn û niha jî ji Erdoxan re li daholê dixin, behwer bikin ji Erdoxan bêhtir şerê PYD dikin.

Ya axî weleh gereke meriv  bextê xwe xera neke, mîna van necamêran sûcê PKK û PYD ê jî têde heye ellahwekîl.  De bera ew jî çend hestiyan bavêjin ber van kesan, bi sê telaqên bê fitû wê bibin mîna bebekên ku tu memikê  têxe devê wan û şekir bike, hêdî  nema dikin ewt ewt.

Xwendevanên hêja û qedirgiran

Ger tu ji yekîtiyê aciz be nivîsê van nenivîskaran bixwîne.

Ger tu ji rik û qayîşê hez dikî wan bixwîne.

Ger tu ji qewmê kund î dîsa bibe hevalê van zatan.

Ger tu berevajî van hersê karên li jorî, hema her sibe rabe tifî rûyê wan bike.

 

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author