Vîagra!

Serê sibê zû, hîna çivîk, mirîşk û elokan zelq nekiribûn û pîrekên malê derneketibûn ber derîyên xwe nemaltibûn, Etmanê me yê çilfisok û xapînok berê xwe dide sûkê, da kû ji hinekan tiştina biçilfisîne, bidize…

Bi şev berî razanê li reklamên vîagrayê rast hatibû. Di dilê xwe de dibêje, “hela ez berê xwe bidim dermanfiroşekê, dibe ku qismetê me yî îro li wir be û ez nanê zarokan ji wir derxim” û xwe davê ser teqleyan…
Etman çawa digihêje ber derîyê dermanfiroşê, xwedîya dermanfiroşê jî nuh ji mal hatîye, derabe û derîyê dikana xwe vedike.
Ew û xwedî bi hev re dikevin hundir.
Xêrhatinê li hev didin nadin, Etmanê me ji jinikê re dibêje, “Gelo hebên Vîagra hene?”
Dermanfiroş piçekî şaş dimîne, serê sibê hîna kes ji qula xênî derneketine, ev camêr doza vîagrayê lê dike. Di dilê xwe de dibêje, “Xwedê dijminê min nexe nav lepên vî barûtî…” û berî ku mêrik lê hayîl bibe, bi hawê “erê heye” serê xwe kildike.
Etman dibişire û dibêje;
“Gelo bi çiqasî ye?”
Dermanfiroş dibêje;
“Sîh û pênc wereqe.”
Etmanê me destê xwe davêje cûzdanê xwe, du sed wereqî derdixe û dirêjî dermanfiroşê dike.
Dermanfiroş dibêje;
“Welleh wek tu jî dibînî, min nuh dikan vekir û di qasa min de jî ne pereyên gir û ne jî yên hûr heye. Ji kerema xwe re here hûr bike…”
Etman dibêje;
“Ez ê herim li cem cîranekî te hûr bikim û vegerim, lê Ji kerema xwe re ku ez gîhiştim ber derî, tu jî derkevî devê derî û destê xwe jê re ba bikî, bila zanibe ji bo te ye, da ku hûr bike.”
Dermanfiroş dibêje;
“Ser çava. Hela tu derkevî va ez jî li pey te têm…”
Etmanê me çawa xwe dighîne ber dikana cîrên, bi xwedîyê dikanê re dikeve sohbetê û piştî kêlîyekê bi destan dermanfiroşê nîşan dide. Dema herdu cîran li hev dinêrin, dermanfiroş destê xwe jê re bilind dike û vedigere hundirê dikana xwe.
Piştî neh-deh deqeyan dermanfiroş lê dinêre ku deng ji mêrik derneket. Dermanfiroş hîna li mêrikê xwe difikirî, cîranê wê dikeve hundir. Silavê li hev dikin û cîran dibêje;
“Ez hatim pereyên xwe…”
Dermanfiroş şaş û matmayî li hundirê çavên cîranê xwe dinêre, dibêje;
“Çi pere cîran?”
Cîran dibêje;
“Îcar çi pere çî ye cîran? Ma te negot du sed wereqe bide wî mêrikî?”
Axir vîegra jî dihere, du sed wereqe jî…
Herdu cîran li ser lingan hîna li ser meseleya xwe dipeyivin, camêrekî pêncî-pêncî û pênc salî gava xwe davê hundir û dibêje;
“Roja we bi xêr!”
Herdu cîran bi hev re lê vedigerînin…
Dermanfiroş dibêje;
“Fermo xalo, tu çi dixwazî, çi daxwaza te heye?”
Xalo dibêje, “Xwarzê heşa ji huzûr nemali min radibe û xaltîka we jî Xwedê wê bisitirîne agir jê difûre. Qala heba vîagrayê dikin, dibêjin pir bi bandor û tesîr e. Gelo li cem we heye, da ku kêfa xaltîka we bê? Û di ber xwe de dibişire…
Dermanfiroş bi bişirîn dibêje;
“Heye xalo heye.” Li xwe dizîvire û ji refikê qutîyeke vîagra derdixe û dide xalo.
Xalo radihêje qutîyê û di nav destê xwe de bi vir û wê de dizîvirîne û wek yekî pispor bi baldarî lê dinêre, dibêje;
“Keça min gelo bi bandor û tesîr e? Ew ê fêdê li efendîyê min bike?”
Herdu cîran bi awayekî belengaz li hev dinêrin… Dermanfiroş dibêje;
“Welle xalo berî te yekî hat qutîyek kirî, berî ku bixwe, çawa destê wî pê bû, nîyha me herduya û çû…”

About The Author