Kekê me xweş dibêje, lê ka yê ku bike?

Li ser bextê Ajansa ANF be, dibêjin Serokê KCK û Kurdê gunikreş kekê me Mûrat Karayilan peyamek qerase ji Festîwala ku PKK li Almanya çêkiriye re şandiye û di peyama xwe de çend lotikên xweş avêtine.

 Dibêjin Karayilanê me di peyama xwe de girîngîyek mezin daye paraztin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî û gotiye; “Cîgerno, kezebno, mafê me ye ku em jî bi zimanê xwe biaxivin. Dema em vê bêjin wê demê ya yekemîn; em wek Kurd divê bi Kurdî bi dewletê re têkevin diyalogê. Kesên bi dewletê re muxatab e divê hertim bi Kurdî biaxive. Duyemîn; dema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Madem em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin wê demê divê em neçin dibistanên asîmîlasyonê. Divê kes zarokên xwe neşînin dibistanan û divê ciwanên Kurd neçin dibistanan. Sêyemîn; divê ciwanên Kurd neçin leşkeriya Tirk. Çaremîn; divê Kurd êdî têkiliya xwe bi giştî ji pergala edaletê ya dewletê qut bikin û pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin“ filan û bêvan.

 Çi gotin û daxwazên xweş û maqûl ne wilo!?

Lê ka yê ku van daxwazan bîne cîh kekê mino?

Ma wê Dûran Kalkan û Mûstafa Karasû abêmiz bi Kurdî biaxivin?

Ma wê Emîne Ayna, Aysel Tûglûk, Sebahat Tûncel û bi dehan xaltîklerimiz bi Kurdî biaxivin?

Ma wê Selahattîn Demîrtaş, Ertûgrûl Kurkçu, Akin Bîrdal, Sirri Sureyya Onder û bi sedan rêvebir û kadroyên BDP bi Kurdî biaxivin û zarokên xwe neşînin dibistanên asîmîlasyonê?  

Çima hûn ji PKK û BDP dest bi hemleya “axavtina zimanê Kurdî” nakin, lê hûn me Kurdên xwelîliser mecbûrî vê lotikê dikin Mûrat abê?

Çima zarokên serok û rêvebirên me dibistanên asîmîlasyonê protesto nakin, lê hûn zarokên me Kurdên xwelîliser mecbûrî vê lotikê dikin?

Na kekê Mûrat na, ev nabe qurban..

Berê ji xwe û ji Tirkên nava xwe dest pê bikin, piştre emê jî bidin dû we.

Berê “mîrkutê zimanê Kurdî” li nava serê wan kadroyên xwe xin, zimanê wan ê Tirkî jêkin û li şûnê zimanê Kurdî têxin devê wan, piştre emê jî “ehlen we sehlen”, “ser seran û ser çavan” vê daxwazê bînin cîh.

Ma ez ne baş dibêjim qurban?

Amed

About The Author

8 thoughts on “Kekê me xweş dibêje, lê ka yê ku bike?

  1. Na tu baş nabêjî.. Xwe ji te re çi zimanê tirkan? Qarayilan gotiye zimanê xwe xwedî derkevin. Em nikarin Kurdî hînî tirkan bikin, xwe kurd hîn hîn nebûne tirkê ku hînbin. Mêrikan pêvajoyekê didin dest pê kirin yekî mîna te jî radide beredayî beredayî diaxive. Gotiye bila Kurd bi Kurdî biaxivin. Tu çi dizanî ew zarokên xwe dişînin dibîstanan an naşînin? ser navên wan neaxive. Ev xaltîklerimiz nizam çiklerimiz çiye? Zimanê Kurdî re nelîzin

  2. Mûradko law hûn berê her tiştî zarokên Kurda yên Rojhilatê yên Rojavayê û yên Başûr bi zorê fêrî TİRKMANCÎyê nekin, ew ji me re bes e!…

  3. heval mele me kurda hertim weha em ferkirine digoti BI HILME ME BIKIN LE BI EMELE ME NEKIN tu bas dibeje le kes te guhdar nake silav

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.