Ma bila di qurmik de jêkin canekem?

Li ser bextê zinêkar, kerxanecî û xwefiroşên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin li girtîxaneyên Iraq, başûrê Kurdistanê, bi taybet li girtîxaneyên Silêmanî û Hewlêrê, homoseksuel û qûnektî zêde bûye û êdî doxîn bi kesekî ve nemaye.

Li gora ku Cîhgirê Serokê Tora Dadperwerîya Girtîyên li Iraqê Şiwan Sabir Mistefa ji rojnama Rûdaw re gotiye, dibêjin qûnektî û qûndetî li girtîxaneyan zêde bûye, hem li beşê mêran, hem jî li beşê jin û ciwanan bûye qîr û qiyamet û wey li wî ku bazde ser yê din û tire jê berde.

Şiwan Sabir Mistefa sedema zêdebûna qûnektîyê jî eşkere kiriye û gotiye; Girtî sê caran xwarina bi dohn û tije enerjî dixwin bêyî ku di dabeşkirina wan de şertên saxlemiyê hatibin raçavkirin, herwiha di nava holan de televizyon ji wan re hatine danîn ku bi bername û dîmenên seksî û balkêş tijî ne, li gel vê yekê jî tiştek nîne dilbijîna xwe ya seksê pê vemirînin, li hemû girtîgehên Iraqê jî ev yek heye” filan û fîstan.

Ango; girtî xwarinên bi dohn û enerjî dixwin, di televizyonan de temaşeyî bernameyên seksî dikin, li wan radibe, dîn û har dibin û wek wan ga û ciwangeyên nav garanê dest bi şerê “kê kir kê” dikin.

Êêêêêêê, ma ew girtîyên reben nekutin hev jî wê çi xwelîyê li serê xwe bikin kaka? Ma bila xirrên xwe di qurmik de jêkin? Yan xwarinên têr dohn û enerjî nedin wan, yan jî wan bixesînin û xelas. Ma kesek kare hefsarê qerasê  xwe bigire canekem?

Silêmanî

About The Author