Meta Xezo pîrekek hişsivik û hinek jî xêvik bû. Xelkê gund gelek cara pê henek û laqirdî dikirin. Dînik nebû lê bibaqil jî nebû.
Rojekê pîrek rûniştîbûn suhbet dikirin. Yekê tiştek got ya din bersiv da û got “ Xwedê mezine “. Meta Xezo jî wê demê di heyştê salî ya xwe de bû.
Zivirî ser wê pîrekê got “ Fato, keçê ez hîna zarok bûm digotin xwedê mezine, errriiikkkk ma ev qet kal nabe û namire! Ez pîr bûm jî hîna dibêjin xwedê mezine qirikê “. Jin pê kenîyan werhasil.
Ez jî hîna zarok bûm behsa yekitîya Kurdan dikirin, ez kalbûm hêj ev nebû! Gelo wê kengî bêbextî biqede û Kurd hev bigrin û yekîtî çêbe? Hewarrrrr hey hewarrrr !
Zêdetir
Dîrok xwe dubare nake, bi destê desthilatdaran tê dubarekirin
Ji çar çiyan sisê xeyidîn
Cesaret tunebe zanîn têr nake