Nayê xwarin, lê bû jina herî seksî

Kovara „Esquire-Magazin“  lotikvana pozmezin Mila Kunis wek „Jina herî seksî a 2012“an hilbijart. Bi ser ku gellek jinên ji Mîla Kunîs xweşiktir, bedewtir, spehîtir, seksîtir û germ û nermtir hebûn jî, lê xwendevanên kovara Esquîrê-Magazîn sêva xwe li serê Mîla Kunîsê xistin û taca seksê dan serê wê.

Xanima tenûrgerm Mîla Kunîs, bi taybet ji Lotikxanê re got: „Ecêb e, ewqas jinên seksî, lihevhatî û şîrîn hene ku nayê gotin. Lê xwendevanên kovara Esquîre-Magazîn ez kirime şahînşaha seksê û ez seksî dîtime. Xuyaye ji xwendevanan re hema çi „ji kevir nermtir be“ ew xweşik û seksî tê. Ê de mala wan ava ma ez çi bêjim“ filan û fîstan.

Ez serê xwe û we neêşînim, de ka hûn jî bi çavê kirînê li Mîla Kunîs xanimê binerin gelî xwendevanan. Biryara xwe bidin bê ka ev xanima germik û nermik seksî ye yan na. Bê doxîna we şil û pil dike yan na..

De qewet be ji we re…

 

 

About The Author