Xalê me Dîcle qûş li wan qetand

Li Amadê, rojên borî rûniştina doza KCKê a 59ê pêk hat. Di dozê de Hatîp Dîcle bi Kurdî paraztina xwe kir, Mehmet Emîn Aktar jî wergerand Tirkî.

Dema ku parlementerê berê Hatîp Dîcle xwe bi zimanê Kurdî diparazt, dadgehê heya paşîn guh da ser paraztina wî. Gotinên Hatîp Dîcle ji alîyê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ve hat wergerandin.

Werhasilî kelam, dozger û dadwerên ku ev çend salin nedihiştin girtîyên KCK xwe bi zimanê Kurdî biparêzin, talîya talî tifa xwe alastin, serî li ber helwesta girtîyan tewandin û têra xwe guhdarîya zimanê Kurdî kirin.

De li ser xêrê be yabo qurban…

Bela ji îro û pêde jeng û zingara guhên we bi guhdarkirina zimanê Kurdî pak bibe dozger û dadwernoooooooooo!

Amed

About The Author

4 thoughts on “Xalê me Dîcle qûş li wan qetand

  1. Tu her bijit Xetib.Key roja zimani Kùrdi bù? agbet ù akubèt li ser serèn apociyan bit.

  2. Ez hemû parlamter û şaredarên me Kurd pîroz dikim.Bila kî dibêje bibêje,hûn se salin jo bo Zimane Kurdî li ber xwe didin.Hinek dibêjin hûn Pkk li ne û dixwazin erk û karên bikişînin alî din.Ger ew PKKe,ez dest û lingên hemû PKK lîyan maç dikim.

    Silav û hûrmet.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.