Xalê me Beşîkçî jî bû BDP î, kilîlîlîlîlîlîlîlîlî!

Belê, xalê me Îsmaîl Beşîkçî jî di dawîyê de bû endamê BDP û lotikek avêt.

Gunikreşê Tirk, sosyologê bi namûs û xwedî wîjdan, dostê milletê Kurd û Kurdistanê Îsmaîl Beşîkçî, di kongreya BDP de, di „Dezgeha Şêwirmendîya Siyasî û Akademîk“ de cîh girt û lotikek avêt.

Di Dezgeha Şêwirmendîya Siyasî û Akademîk de ev kes cîh digirin:
„Sosyolog-nivîskar İsmail Beşikçi, Doç. Dr. Fikret Başkaya, Parêzer Yusuf Alataş, lêkolîner-nivîskar Faik Bulut, siyasetmedar Akın Birdal, Prof. Dr. Büşra Ersanlı, Prof. Dr. Nazan Üstündağ, Prof. Dr. Onur Hamzaoğlu, nivîskar Kemal Parlak, nivîskar Naci Kutlay, nivîskar Ömer Ağın, siyasetmedar Tarık Ziya Ekinci, Parêzer Feridun Yazar, nivîskar Erdoğan Aydın, nivîskar Ayşegül Akış Devecioğlu.

 

Îsmaîl Beşîkçî yê ku gellek caran siyaseta PKK, BDP û Ocalan rexne dikir û doza paraztina berjewendîyên Kurd û Kurdistanî li wan dikir, Îsmaîl Beşîkçî yê ku ji ber van rexneyên wî  A. Ocalan ew bi hişkî rexne dikir û ji alî sofî û mirîdan ve wek dijmin dihat dîtin, îro di nav refê BDP de cîh digire.

Gelo hûn dibê ew alametên roja qiyametê ne, yan jî guhertina siyaseta Îsmaîl Beşîkçî ye?

Lê çi dibe bela bibe, birêz Îsmaîl Beşîkçî layiqî qedr û qîmetê ye, layiqî rêz û hurmetê ye. Di nav kîjan dezgehê de cîh bigire bila bigire, ez bawerim wê dev ji helwesta xwe bernede, rêya rast û pîroz biparêze.

De ev lotika te pîroz û bimbarek be xalê Beşîkçî!

Stenbol

About The Author