Bêbavan tiştekî xwezayî nehiştiye

Di lêkolîna Komela Zîraetçîyên Tirkiyê de encamên kesanedî derketin holê. Tirkiye bûye welatek ji welatên sextekarîyê û tiştek namîne ku naxin nav xwarin û vexwarinê ji bo ku çend qirûşên zêde qezenc bikin.

De binerin bê di encama lêkolînê de çi sextekarî derketine holê…

Şîrket yan jî kesên ku xwarin û vexwarinê pêşkêşî bazara firotinê dikin, van rê û rêbazên sextekarîyê bi kar tînin:

1-       Xwarina heywanan dixin nav çîkolatayê

2-       Mewîjan bi mazotê dişon

3-       Ji xwelî û arîya hestîyan lehmecûnan çêdikin

4-       Çayê bi xwîna berazan sor û rengdar dikin

5-       Sicûqên ku qaşo divê  ji %100 ji goştê golik û çêlekan bê çêkirin,  ji goştê ker û bergîlan çêdikin

6-       Rûn û jelatînê dixin nav mast

7-       Jelatîna  berêz dixin nav şekirokan

8-       Li şûna fisteqên Entabê şoqil û baqilan dixin nav beqlawê

9-       Penîrên kufikgirtî û kevinbûyî dihelînin û dîsa wek penîr difroşin bazarê

10-   Hejîr bi maddeyên wek hîdrojen peroksît tên qemerkirin

11-   Ji hejîrên kurmikbûyî û kufikgirtî leqûmên hejîran tên çêkirin.

Û bi sedan sextekarîyên din.

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan,  tiştekî saxlem li piyase û bazara Tirkiyê nemaye. Tiştekî nekirin. Tew ji xwe tiştên ku „helal“ li ser hatiye nivîsandin qet nekirin. Nekirin ji ber ne helal lê heram û tiştên sextene wesselam…

Stenbol

About The Author