YNK goştê elokan heq kir

Mihemed Soran

Li ser bextê fitne û fesadên nava YNK û bajarê silêmanîyê be, dibêjin Polîtburoya YNKê di serokatiîya kak Kosret Resûl de civîya ye û lotikek qerase avêtiye. Li gora lotikvanên medya YNKê dibêjin, di civînê de biryara pişgirîya referandumê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê hatiye girtin û dê weledê xwe avêtiye.

Di vê derbarê de girgirekên YNKê bi daxuyanîyekê ragihandin ku „YNK herdem ligel mafê çarenivîsa netewa Kurd e, ji ber wê jî em li Kurdistanê referandûmê wek mafê demokrasî û yasayî yê gelê xwe dizanîn“ û pê de çûne.

Kakacanên YNK herweha daxwaz ji gelên Ereb, Tirkman û xelkên din jî kirin ku di bidestxistina vî mafî de piştgîrîyê bidin gelê Kurdistanê û cilika bênamûsîyê nekşînin serê xwe.

Ê de ev lotika kakacanên me, ango lotika YNK pîroz û bimbarek be û rebbê alemê her horîyên bihuştê bi ser wan de bibarîne rebbî..

Bawer bikin bi vê lotika qerase YNK xwarina goştê elokan heq kir. Wek aşpêj û xwarinçêkerên Lotikxanê, emê di demek nêzîk de çend elokên têrgoşt ji polîtburoya kakacanên xwe re bişînin û rasterast wan pîroz bikin..

Ê de xwedê YNK ji refê hêz û partîyên Kurdistnê kêm neke rebbî!

Silêmanî

About The Author