Derdê dilan giran e

Ji berê de dibêjin derdê dilan giran e. Û tew ji xwe evîna ewil nayê ji bîr kirin. Ku cara yekem meriv dil girt û bi şewb û nexweşîya evînê ket, malik li meriv divirite, heta bi mirinê jî nayê ji bîr kirin. Li ser bextê xelkê be ha, ji ber min dil negirtiye, ez nizanim, lê wilo tê gotin.

Mustafa Karakoyun dil dikeve jinika bi navê Dondu Kiraç. Bavê Mustafa Karakoyun li dij derdikeve û Donduyê ji kurê xwe re nayne, wan ji hev dûr dixe, destê wan ji hev diqetîne. Di nav re wext derbas dibe, Dondu Kiraç dizewice û Mustafa jî mecbûr dibe bi jinek din re bizewice. Lê Misto evîna dilê xwe ji bîr nake. Dizewice, zarokên wî, nevîyên wî çêdibin, dîsa jî Dondu ji bîr nake û li hêvîyê ye ku berî mirina xwe wê bibîne û pê re bizewice.

Axir…

Piştî wextekî jina Misto dimire, Misto kal dibe û dikeve ber destan, wî dixin derkenarxanê (dezgeha ku kal û pîr lê dimînin). Tu navê evîndara wî Dondu Kiraç jî heman kiryar tên serê wê, mêrê wê dimire û ew jî dikeve heman derkenarxanê. Herdu kal û pîrên evîndar gava hevdu dibînin, kizînî ji dilê wan tê, hêsirên wan dibarin û biryara zewacê didin. Herdu evîndarên ku di xortanî û ciwanîya xwe de bi hev şad nebûn, di kal û pîrîtîya xwe de gîhan meqsed û miradê xwe û zewicîn.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanên ezîz, xuyaye birastî jî dil pîr nabe û derdê dilan ji bîr nabe. Qet meraqan nekin, heke we jî dil girtibe û di xortanî û ciwanîya xwe de hûn negîhabin evîndara xwe, belkî rojek ji rojan hûn jî wek Mistoyê Maraşî di 92 salîya xwe de bi miradê xwe şad û bextewar bibin.

Xwedê kerîm û rehîm e, bêhna xwe fireh bikin..

Maraş

maras

About The Author