Ne mîr e, ne wezîr e

Mîrê Mihelmîyan Balkêş e, heçê dikeve nava AKP yan jî heçê dibe wekîl û dikeve meclîsa Tirko, bi carekê çerm û eyarê xwe diguhere û dest bi dijminatîya Kurdistanê...

Mîrê Mihelmîyan

Balkêş e, heçê dikeve nava AKP yan jî heçê dibe wekîl û dikeve meclîsa Tirko, bi carekê çerm û eyarê xwe diguhere û dest bi dijminatîya Kurdistanê dike. nizanim ne ji ava meclîsê ye, ne ji nanê meclîsê ye, ne jî ji mûçe û pareyên meclîsê ye, tiştekî ecêb e.

Gerçî wekîlên HDP jî heman lotikan davêjin û li dijî serxwebûna Kurdistanê disekinin. Lê çi hikmet be Orhan Kîroglû (pardon, yanî Mîroglû) balê dikşîne ser xwe.

Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu, piştî hevdîtina xwe ya ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden, 2 nivîsên qerase di rojnameya Starê ya Tirkî de nivîsandin. Mîroglû di nivîsên xwe de qala niyeta Amerîkayê û avakirina dewleta Kurdî dike.

Miroglû efendî di nivîsên xwe de ji bo pêwendiyên Amerîka û PYDê, guherîna nerînên li dijî Kurdan acizbûna xwe nîşan daye û gotiye: “Heta niha welatên rojavayî digotin ku ji bilî çiyayan dostên Kurdan tunene, lê niha rabûne û dibêjin: Li Rojhilata Navîn ji bilî Kurdan hêzek bejayî bi qasî wan xurt û jêhatî nîn e. Ev neheqiyek e” filan û fîstan.

Miroglû begefendî navê Kurdistanê mîna “Kurdistana xeyalî” bi lêv kiriye û ji Amerîkayê xwestiye ku alîkarîya Kurdan nekin da ku Kurd nikaribin dewletek serbixwe ava bikin.

Ê de werin û vî kerî di vî borî re derbas bikin!

Olan oxlim, ji te re çi, pozmezino?

Ma lidijderketina serxwebûna Kurdistanê bi te maye?

Yan ew fîşekên ku dewletê pê laşê te kiribû serad, te ji bîr kirine?

Law tu di nav Kurdan de “Mîr” î, lê di nav AKP de ne “Mîr” î û ne jî “wezîr” î, tu “kizîr” î kizîr, peppûko!. Heke AKP ji te hez kiribûya, hema bela te kiribûna wezîrek ma çi dibû? Yanî ku yên wek te berdevkîya AKP û dewleta Tirk bikin, hûnê çi biserxin cîgerim?

Law ma tu ji xalê xwe Mûsa Anter jî şerm û fedî nakî babam?

Aha ev in ha gelî lotikvanan.

Kurmên darê ev in.

Tew ne tenê kurm in, zîro ne zîrooooooo!

Mêrdîn

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...