ZILAMTÎYA HEVKARÊN ZILÛMKARA

Mirov li dev û lêvê we mêze dike ji xwe mirov ji zilamtîya we dikeve şikê. Li ber pozê we simbêl tune ku ez bibêjim “ fedî bikin oxlim ! “  We derek nedît îcar hûn hatine li navçeya Midyadê doza “çit, temezî, laçik, dolbend, şarê “ dikin ne ?

Ku hinek zilamtî bi we re heba weyê behsa tiştên din bikira ne wilo? Her roj li ser gelê Kurd êrîş tê kirin, we çima ji bo wê bertek nîşan neda ? Hûn rabûne ji bo dolbenda parçek pîne li ser xaka Kurdan dikin bare bar. Law rezîlî sosretî ne bi pere ye. Baş bizanibin ev endamên sendîqa Egitim Bîr Sen’ê ne. Şagirtên Erbakanê derewçîn, niha jî li pey qûna Feto û Erdoxan dimeşin.

Derdê Kurdan ne çit, temezî, laçik, dolbend, şar e. Derdê Kurdan welatek azad e. Heke qûna we digre rabin ji bo vê tiştekî bikin ku ez ji we re bibêjim “ eferim oxlim ! “ Hûn hevkarên zilûmkara ne, tiştên çirto virto berdin û bibin zilam oxlim…

De herin lo de herin lo !

About The Author