KURD NABIN WEKE TIRKAN

Parlemana CHPê ya bajarê Izmîrê xanima nermik û rindik, Bîrgul Ayman Guler derkete ser kursîyê civata bêmejiyan û qîr dan, got:

”Bi sê telaqê mêrberdanê, Kurd nabin weke Tirkan. Ha va ye aş û ha va ye dor! Ma qey bi vir û derewan e… Ez ji ber vê gotina xwe ne poşman im jî û tilîyek avêt bin dûvê me Kurdên xwelîliser.

Bi van gotinên xwe dêlegur Bîrgul Ayman Guler dixwaze çi bêje hûn zanin gelî lotikvanan?

Dixwaze bêje ku ”Em Tirk serdest û ji nîjadê resen in, lê Kurd jî kole û xulamê me ne, ji ber vê Tirk û Kurd qet nikarin bibin wek hev” û Kurd bera ser xwe dan.

Hûn dibînin bê cewrejinên dêlika Asenayê çi dêlik in newilo?

Û Kurdên nava CHP?

Gelo wê ji xwe û ji van gotinên Bîrgul xanimê fedî bikin?

Gelo piştî van gotinên nîjadperesta Bîrgul Ayman Guler wê bi çi rûyî di nava vê partîya Kemalîst CHP de bimînin?

Piştî van gotinên dêlika Bîrgulê, heta niha tenê pozê wekîlê Adiyamanê birêz  Salîh Firat şewitîye û ji partîya xwe CHP îstîfa kiriye. Xuyaye pozê wan Kurdên din neşewitîye û ne xema wan e Tirk ji Kurdan re çi bêjin yan çi nebêjin.

Ez serê we neêşînim, ez vê lotika dêlika heram Bîrgul xanim pîroz dikim û dibêjim:

”Bila wekîl û Kurdên di nava CHP de bi qurbana wê bacana nav şeqê te bin rebbî! Heke xîret bi wan Kurdan re hebe wê rojekê tenê jî di nava CHP de nesekinin û jê vegetin” wesselam…

About The Author