Li ser bextê parlamenterê AKP ê bajarê Aydin ê Mehmet Erdem be, dibêjin xwedêgiravî şaredara bajarê Aydin ê xanima seksî û doxînsist Ozlem Çerçîoglû gotiye ku “Ezê bajarê Aydin ê ji Kurdan pakij bikim û tirrê ji wan berdim” filan û fîstan.
Lê xanimoka qemer û şekirokî jî sê telaqên mêrê xwe davêje û gotiye “Mêrê min ji min berdayî be derew e, heke min tiştekî wilo gotibe bela temamê zilamên bajarê Aydin ê kuna min balêsin” filan û xeftan.
Axir, îcar qelemşûrên çapemenîya me Kurdan jî pirça serê xwe hildiçenin, serê xwe li hêt û dîwaran dixin, agir ji dev û qelema wan diçe û Ozlem xanimê rexne dikin, wê bi dijminatîya Kurdan sûcdar dikin.
Kuro oxlim, ma ka ji vê helwestê xweştir û maqûltir helwest?
Heke Ozlem xanim lotikek pîroz neavêtibe ji xwe ez bi tu gûyekî nizanim.
Hûn çi helwestê datînin deynin, ez bi xwe piştgirîya Ozlemka xwe dikim û vê lotika wê ya dêlikane pîroz dikim ellahwekîl.
We go çima?
Kuro ma ne çima oxlim?
Ma tiştekî xirab e ku Kurd terka bajarên Tirko bikin û vegerin ser erd û axa bav û kalên xwe?
Ma tiştekî xirab e ku ne tenê ji bajarê Aydin ê, lê ji temamê bajarên Tirkîyê Kurd vegerin welatê xwe û welatê xwe ji Tirko re bernedin?
Ma tiştekî xirab e ku Tirk li ser axa xwe û Kurd jî li ser axa xwe bijîn?
Ma tiştekî xirab e ku em sînorekî têxin navbera xwe û Tirko qardaşlarên xwe?
Ma ne başe ku Tirk li ser axa xwe, Kurd jî li ser axa xwe bijîn û em sînorekî têlkirî û mayînkirî bikşînin navbera xwe?
Ma ne başe ku em her tiştên xwe ji hev cuda bikin, sê telaqên xwe têxin destên hev, wê toqa naletê ya „Tirko û Kurdo qardaştir“ ji stuyê xwe derxin û em hevdu berdin?
Ma ne başe ku Tirk li mala xwe bin û Kurd li mala xwe bin?
Law ka ji vê lotika Ozlemka me xweştir lotik babam?
Na na, bi dîn û îman, ez bi serê Mihemed, Mûsa û Îsa kim, heta Kurd wek yekî min gundî û „îlkelmîllîyetçî“ Kurdewarî nefikirin, wê hê gellek Ozlem Çerçîoglû tilîyan bavêjin bin dûvê Kurdan, wê hê gellek dêlikên wek Bîrgul Ayman Guler a CHP î dar û qeraseyan têxin qûna Kurdan.
A baş û herî bi xêr, rojek berî rojekê em wê peymana „Tirko û Kurdo qardaştir“ biçirînin, gustîlkên zewaca xwe bavêjin û wek mêran, serbilind vegerin welatê xwe, vegerin ser axa bav û kalên xwe û hûn sax…..