Hey hawar partînoooo, rojava di metirsiyê de ye!

Min gelek caran ev hevok (Rojava di metirsiyê de ye) dibihîst, lê min giranî nedidayê û carna jî bi bihîstina wê re, ez pir hêrs dibûm, min ji xwe re digot: Ev biraderên PYD ji hertiştî bi gomanin alah wekîl û li ba wan di hertiştî de nezeriyet ammuamera heye.

Lê min îro hevpeyvîna bi Endamê Alqaîda yê koma Cebhet alnesra Usama Awad Alhusên re xwend, behwer bikin  ez 180 dereceyî  serûbinî hev bûm, vê hevpeyvînê gelek gemar serav kir û gelek pîlan û pirojeyên qirêj yên li hember hebûna Kurdan bi giştî û Kurdên rojava bi taybetî derxistin holê.

Behwer bikin biraderên giran, bi xwendina wê re min got: Heyyyyy waaax bê ez di çi xefletê de bûm, piştî xwenda hevpeyvînê,

bê min berê çendî ji Abdilhekîm Beşar hez dikir, min hewçendî jî îro  ji Salih Muslim hez kir. Bê min berê çendî ji Fuad Alîko hez dikir,  îro hewçendî ji Aldar Xelîl hez kir.

ji ber em hemî di gemiyekê de ne, na bi xwedê di qeyikekê de ne û ger pêlek biçûk lêxe, emê bi hev re bin av bibin û mala bavê me wê xera bibe alah wekîl.

 

Kuro lawo derket holê ku ev bêbavên Tirkan koka me dikolin û haya me jê tunebû .

Van heramzadan 50 000 dijmînê koka mirovatiyê û ya me derbasî Sûrî û rojava kirine û haya me jê tunebû.

Û van Osmaniyên nû di nav artêşa xwe de ev hemi û hîn ji wan bêhtir li ba xwe perwerde kirine û haya me jê tunebû.

Derket holê ku Ketîba Selahedînê Eyûbî ya bênamûsê Mele Karîker e û girêdayî Al Qahîde ye û haya me jê tunebû.

Ev deyozên Tirkan dixwazin rojava û gelê Kurd tune bikin û haya me jê tunebû.

Bi Quran van lawê dêlegurê efendiyê xwe rep kiribûn ku di qula me kin û haya me jê tunebû.

 

Lê em Kurdên rojava çi dikin hûn zanin?

Em ketine pey “Filan partiyê filan cotkarê hevalê me girtiye” filan û bêvan.

“Filan partiyê em tûjjjjjjjjjjjjj rexne kirine” filan û fîstan.

“Golikê Hekîm ketiye zeviya Salih” filan û xeftan.

“Pezê Hemîd zadê Fûad talan kir” filan û jehr û ziqûm.

“Mirîşka Ismail genimê Mihemed xwariye” filan û quzê kerê.

„Kera filankes li ber deriyê bêvankes bi Erebî ziriyaye“ filan û ker û kurtan.

„Çêleka bêvankes ji tirsa bêvankes stewr maye“ û her wekî din.

Nivîskarên me jî ketine pey ku Salih wê çi şaşîtiyê bike

Nesredîn bi berçavk e yan na

Hekîm li kîjan otêlê raketiye û radikeve

Şîva Mustafa li kîjan xwaringehê ye û filan û fistiq.

Hey agirê Helebê bi mala me tevan keto,  kuro lawo em li pey tiştên vala ketine û dijmînê me bilez û bez karê xwe dike û koka me dikole xwelîliserno!

Di dawiyê de hûn giş di riya min de bimîzin ku ne Tirkan Mişal, N.Berhik û kestena û bi dehan yên ku kiriyarên wan ne diyar in kuştibin.

Werin hişê xwe Kurdino, hîn tirên derbas nebûye, hîn mala bavê me xera nebûye û hîn çira me nevemirî.

Ha ji were yên ku bi Erebî zimanê Quranê dizanin hevpeyvînê bixwînin.

http://www.xeber24.net/nuce/4609-2013-02-12-12-51-27.html

 

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author