Kî bêje zilm li Kurdan nehatiye kirin, gû dixwe.

Lîztikvan û lotikvanê navdar, kilê çavê keç û jinên 14-70 salî Kadîr Înanir, di derbarê pirsa Kurdan de çend lotikên Kadîrkî avêtin û wîjdanê xwe xira nekir.

Tatar Ramazan, ango Kadîr Înanir, di derbarê perçiqandin û zilma li ser Kurdan de bi şeş telaqan sûnd xwar, destê xwe danî ser dilê xwe û got:Kurdên herêmê her tim hatin perçiqandin û mêtin. Kî kare wîjdanê xwe xira bike û  vê rastîyê înkar bike? Jina min ji min berdayî be, kesên ku dibêjin zilm li Kurdan nehatiye kirin çavên wan korin qardaşim, wî“ û pê de çû.

Tatar Ramazan, ango cîgerim Kadîr Înanir, bi dewamî got: „Binerin oxlim, ne bi tenê ziman û nasnameya wan, heyvandarî û çandinî jî ji destê Kurdan hat standin. Bi vî awayî dest bi koçberîyê kirin. Li bajaran cîhên ku lê dijîn tu kesên ku bêje „ez însanim“ nikarin lê bijî. Belê, dibe ku hin kes bi bazirganîyê dewlemend bibin. Lê Kurd her tim hatin perçiqandin. Tu girtîgeha Amedê, kuştinên kiryar nedîyar nehesibînî jî rewşa Kurdan ev e. Ji bilî belengazî û feqîrîyê di ser de êşkence û qetlîam jî li Kurdan hat kirin ellahwekîl“ filan û bêvan.

Tatar Ramazan, Kasilpaşalî Receb jî da ber lotik û zîtirkan û got: „Binerin cîgerim, bi vir û derewan îş naçe serî. Heke tu xwêdî wîjdanê aştî û biratîya gelan bî, heke tu dibêjî em qezencên xwe bi biratî parve bikin, divê tu mafê Kurdan bidî wan. Ev mesele meseleyek sîyasî ye qardaşim. Ji bo vê jî ev pirsgirêk wê di kursîyên mûzekereyan de bê çareserkirin. Ez piştigirîyê didim pêvajoya hevdîtinên Îmralîyê welleh û billel. Welatparêzekî dilsoz yê Tirk  divê ji bo kesên ku li vî welatî dijîn mafê hevpar bixwaze. Heke ji Tirkîtîye bextevar be, divê daxwaza çareserîya pirsgirêka Kurdan bike. Divê hin tişt neyên mezin kirin. Bi Îmraliyê re hevditîn dest pê kir, ma qeyamet rabû babam? Na. Li vî welatî ji hesasîyeta Kurd û Tirkan mezintir tiştek heye. Ev jî hesreta aştîyê ye, êdî bes e law“ û cigareyek kişand ser kezeba xwe.

Werhasilî kelam, lotikvanê mezin Kadîr Înanir piştgirîyek mezin da çareserkirina pirsa Kurd û dilê xwe xweş û rehet kir wesselam..

Ê de xwedê li axreta gewrik 71 horîyên bihuştê bike nesîbê wî rebbî…

Stenbol

About The Author