Hunerbaza bavKurd Moune Wasif

ehmedmustefaNavê xwe yê rastî Moune Cêlmiran Mustefa Wasif.

Ji Kurdên Sûrîyê ye

((Kurte jîyana wê))

Di sala 1939 an de li Şamê ji dayîk bûye.
Dayîka Moune Wasif bixwe ji Erebên fileh e û bavê xwe jî Kurd e.

Lê wek tê naskirin ew stêra tilvizyona Sûrîyê ye. Dema temenê wê heft 7 salî bû di Jada /Al-Habd  de/ mezin bû û dibêjin „Jada Şeref“.

Ew bixwe di sala 2002 an de Sefîra Dostanîyê bû.
Di tilvizyonê de bêtir karê xwe yê ( Hunerbazî) dikir
Sala 1991 heya sala 1995 an li paytexta Sûrîyê Şamê wek rêvebira nivîsînîyê bû.

moune

Di van salan de di şano, sînema, tilvizyon û mihrîcanan de wek dadgehekê dihat hejmartin û pê radibû. Wek dadgehekê dihat hesibandin û kar dikir .

Di Sala 1963 an de Moune Wasif bi Derhênerê Sûrîyê re „Mihemmed Şahîn“ re zewicî.

Zarokek wan bi tenê heye navê wî „Umar Abdill Hamîd“ e.

Wek tê nasîn, Abdill Hamîd di Opozisyona Sûrî de kar dike û bi tevahî tê naskirin. Bi Ewrupîyan re kar û xebatên diplomasîyê dike û bi serokên dewletan re dostanîva vî mirovî  gelekî heye. Dostê Serokê Amerîka (Georg Bûsh) yê biçûk e heya vê demê.

Wek dibêjin û xelk û alem matmayî dimînin, ji ber ku kar û xebat bi cihûyan re dikeû di Opozisyona Sûrîyê de jî mirovekî jîr û jêhatî tê hesibandin. Bi xwe tev jina xwe û du zarokên xwe li Amerîkayê rûniştiye.

Wergera ji Erebî

Ehmed Mustefa

 

About The Author