Heta seeta me quzê dêya te be, wê halê me jî ev hal be

Bextê me Kurdên bakur reş e. Qirdê me kor e û feleka bêbext pişta xwe daye me. Heke yekî wek Ertuğrul Kürkçü bibe rêveberê me Kurdên xwelîliser û li ser navê me biryaran bide, naxwe kera nîhaye dêya me û hew.

Hevserokê Halklarin Dewşîrme Partîsî (HDP) Ertugrul Kurkfiroş, ango „şoreşgerê bin kayê„, gotiye, „Di navbera me û Barzanî de mesafe- navber- heye“. Yanî tirro xwe û partîya xwe dûrî Barzanî dibe. Çima? Çima ku Barzanî nîşan û sembola netewparêzî û xeta Kurdistanî ye.

ertugrulko KopieErtugrul Kurkfiroş ê ku li Kizildere xwe di nav kayê de veşartibû (li ser bextê wî be) û temamê hevalên wî „Mahîr Çayan jî di nav de“ hatibûn kujtin ( gellek kevnehevalên wî dibêjin wî îxbarîya hevalên xwe kiriye), heta îro jî wek „şoreşgerê bin kayê“ tê naskirin. Û ew şoreşgerê bin kayê îro bi xêra kîrê Kurdên xwelîliser bûye serok û berdevkê Tirk û Kurdên çep û çeqilmast.

Û bapîrê wî? Yanî kalikê wî?

Bapîrê wî KADRİ AHMET KÜRKÇÜ endamê Partîya Îttîhat-Terakî bû û di qetlîama Koçgirî de rolek sereke lîztibû. KADRİ AHMET KÜRKÇÜ ji ber ku li Koçgirî xwîna bi hezaran Kurd rijandibû, payedar bûbû û ew kiribûn „Bînbaşî“.

Û îro nevîyê wî zalim û qatilê Kurdan Ertugrul Kurkfiroş berdevkîya me Kurdên xwelîliser dike û dixwaze bi wê siyaseta xwe ya Kemalîst Kurdên bakur ji Barzanî û xeta Kurdistanî dûr bixe.

Werhasil, heta em bi xêra lotikên „Kasimpaşalî Receb“ ji Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik xelas bûn, qûn li me qetiya. Lê berî mirinekê emê ji Ertugrul Kurkfiroş û Kemalîstên mîna wî xelas bibin yan na, aha ez wê nizanim.

Dibêjin ê gundî sarîya serê sibê zû radibû û diçû cot. Seeta xwe siwar dikir û pê radibû. Rojek, du roj, sê roj, jina wî jê re got, „Mêrik, ev çi seet û meetke, hewce nake her şev li ber serê me bike tingering û serê me bêşîne. Ji xwe ez her sibe zû radibim û mîz dikim. Gava mîza min hat û min mîz kir, ezê deng li te bikim û tuyê biçî cotê xwe.“

Mêrik got temam, başe.

Çend rojan mîza jinikê hat û mêrê xwe ji xewê şiyar kir. Rojekê mêrik rabû çi binere, hayhoooooooo, bûye nîvro û ji cotê xwe maye.

Kurê wî hat cem û gotê, „Yabo tu di xew de ma haaaaa, cot çûûûû“.

Bavê wî lotikek li der qûna wî xist û got, „De bicehime xenzîr, heta seeta me quzê dêya te be wê halê me jî ev hal be“.

Îcar qurban, bi şeş telaqên jinberdanê, heta Kemalîstên mîna Ertugrul Kurkfiroş serok û berdevkê me Kurdên çeqilmas bin, wê halê me jî ev hal be û hûn sax….

Stenbol

About The Author

3 thoughts on “Heta seeta me quzê dêya te be, wê halê me jî ev hal be

  1. Yaho, qerdeşlerin, wele bile û bi 99 navên Xwedê sond içmiş dikem, ew Şoreşgerê Binka jixwe sînor jê re tune. Gotineke Pêşiyên Kurdan jî weha heye: AVA BINÊ KAYÊ. Her kes şoreşkerên binê kayê dinasin. De bila partiya serokê binerd û sererd jî wî nas bike. Heke nas neke, ê de bavo wê kurdên xwelûser çi bêjin?

  2. ji bo xwediyê vê parçe nivisa li jor
    heya bê aqilên mina te ji xem xwerên Kurdistanê û xemtalên Kurdistanê ji hev nas nekin wê rewşa Kurda ev be. Barzaniyê te serokê parçeyek ya Kurdistanê ye ev çend çare bê ala Kurdistanê li gel teyibê Turk û bin ala turkiye de rudine ma ala wî ji tuneye? nişanê gelê Kurd bide. zaten ya ew dikin ne siyasete tucarete. tucar ji bê alin.

  3. Kekê Serfiraz, tu hevalê Ertugrul Kurkfiroş ê Kemalîst î, yan hevalê Kurdan î? Yanî Ertugrul Kurkfiroş xemtalê Kurdistanêye ha?? Em 101 Kemalîstên mîna Ertugrul Kurkfiroş, Dogu Perînçek, Yalçin Kûçik (şêwirmendên Kurdên xwelîliser) dikin bi qurbana nenûkek Barzanî. Barzanî bi cil û bergên xwe, bi zimanê xwe, bi Kurdayetîya xwe bi Teyyip begre rûdinê, wî mecbûr dike ku bêje KURDISTAN. Lê hinek qaşo serok hene ku her roj bi MÎT a Teyyip re hevdîtinan dike û tew behsa Kurdistanê jî nake. Îcar kî Kurd e û kî ne Kurd e keko? Çima hûn ewqas evîndarê Tirkên dolheramin qurban? Ertugrul Kurkfiroş ê ku li Kizildere îxbarîya hevalên xwe kir û ew dan kujtin, çima li ber dilê we şîrîn e? Yan tu dibê hinek alîyên we dişibin hev? Barzanî tucaretê dike, raste. Tucaretek Kurdistanî dike. Lê hinek hene li ser navê Kurdistanê tucareta Tirkistanî dikin ez qurban.. Heke rojekê Barzanî tucareta Tirkistanîyê bike, emê wî jî rexne bikin û bidin ber lotikan. Lê îro qûna reş û spî li meydanê ye, kes xwe venaşêre…

Comments are closed.