Turkbûna Kurdên Almaniyayê, ne gunehê Turkan e.

Ev hersê gelên dadker, yên ku em xistinê bin destê xwe, qet guman tuneye ku bi şev û roj kar û pilanên wendabûna me datînin, geh bi hev re û geh her yek ji cem xwe ve. Windabûnek seranserî welêt û ji hemû aliyên jiyanê ve. Yek ji wan aliyên windakirinê ziman e, xwanê dike ku ew jî li ser vî aliyê giring, têra xwe bi giranî diçin ser, ji ber ku ziman alaveke giring e, ji alavên têkilî û ragihandina di navbera mirovan de ye.

Bi dehan şoreş li ser axa Kurdistanê, ya dadkirî rabûne, da ku hebûna xwe bidin ragihandin, ev hebûn ne tenê diruşm û sirûdên netewî ne. Lê belê, wek hebûna çil milyon mirov, li ser axa bav û kalên xwe dijîn. Welat bi ax û ava xwe, hêlîn û stara vî gelî ye, lewra heyanî jê bê wê hêlîna xwe biparêze. Ev mafê parastinê, ne tenê li sînorê însanan disekine, lê belê xwezayê ev maf daye lawer û heywanan jî, û di xwîna wan de çandiye. Bi gotinek din, ku xwedan ev mafê xweparastinê di giyan de, bicî kiriye û ev çek pîroz û bi rûmet kiriye.

Dema em tên û dibêjin Kurdistan çar perçe ye, di cî de tê bîra mirov, ku perçeyê herî mezin bakurê Kurdistan e, mixabin ku dijminê herî mezin jî, bi siyaseteke ku hiştiye Kurdên me ji ber zimanê xwe fedî bikin û serê xwe bi şêrînbûna zimanê wan mezin û bilind bikin. Ev pirs li çi çareseriyê digere?. Li vir em dikarin destê xwe deynin ser birînê!.

Dema ku em dibêjin şoreşên Kurdî, ku bi giranî di tevna dîrokê de hatiye ristin, bi vê gotinê re, tê bîr û hişê mirov, ku ji giringtirîn û şaristanîtirîn erkê wê, parastina ax û dîrok û ziman e. Naxwe ziman yek ji hîmên herî giring e, di vê dabaşê de. Ji bo stranekê, yan gotinên piştî stranê, li ser şanoyê, Turk dunyayê bi ser serê wan hunermendan tînin xwarê, ma em nafikirin û ji xwe napirsin: Çima vana wisa ji zimanê me teng dibin?. Naxwe roleke mezin ji vî zimanî re heye, di pêvajoya hebûna me, wek gel. Bawer dikim, çîroka Ahmed Kaya û vê dawiyê jî, dengbêja ciwan Rojîn, ya ku di CD iya xwe de, stranek Kurdî yek Turkî tomar kiribû, da ku Turk stranan li wê qedexe nekin. Lê dîsa jî, nihat pejirandin û bi dehan nemûneyên ji vî rengî hene ku bi mêvanî beşdarî bernameya bi navê “Yildizlerin Altinda” yan jî bi Kurdî “Binê Stêrkan” di Tv a Star de, bi hunermenda ku bi eslê xwe Kurd Yildiz Tilbe, wezîrê kulturê yê Turkiyê bi telefonê beşdar bûbû û ji wan re wisa gotibû: Çima tu Kurdayetiyê derdixe pêş, Turkayetiyê tim derxînin pêş û pir bînin ziman. Ji sedema ku Yeldiz gotibû: Ez Kurd keça Kurda me û heger hûn biratiyê dixwazin min Kurd bipejirînin. Yanî berovajî Tatlîsis gotibû, ew ji bernamê avêtin û navê wê bernamê guhertin.

Li vir, wek miriyên ku serê wan li dîwarê gorê bikeve û ji nû ve, xwe nas bike, ku ew li kû ne, ji nişkêve dikin qarewar, lê tiştek ji ber wî/ê naçe, ji ber ku berya wê hingê, ti sermiyan ji xwe re neçandibû, zevîyen xwe beyar hiştibû. Divê em zanibin û li xwe hayê bibin, ku ev rê li pêşiya hemiyan e, çi hunermend yan nivîskar, yên bi binyada xwe Kurd in …… h.w.d. Li vir ez dixwazim li ser hinek hunermendên xwedan piransîb û yên ku bi êşa gelê xwe re, hatin stran û heta radeyekê hîna jî, li ser lingê xwe sekinîne, bawer dikim heyanî ku di çavên dijminan de jî, mezin û bilindin, ji wana şivan Perwer, Nizamedîn Ariç ….. û hinekî din.

Doza ziman yek ji doz û armanca siyaseta gelêriye, û barê herî giran û giring, dikeve ser milê tevgera siyasî, ya ku xwe wek bav ji vî gelî re dibîne, ji mafê vî gelî ye jî, ku hesabên dîrokî bi vî bavê re bibîne, jê re bibêje: Tu berê min dide kû?. heger ku bi erkê bav ranebe. Di riya wan tevger û partiyan re, sazî û dezgehên rewşenbîrî jî, dikarin bi hêsanî ava bibin, ji ber ku pere û abûriya partiyan, ji bêrîka vî gelî ye û nivîskar û zimanzan û hunermend… ji vî gelî re dixebitin û şaristaniya wî bi xelkê ve didin naskirin.

Li welêt çi dibe çi nabe, ew mijarine berfireh û dûdirêj in. Ez pir di vî aliyî de, kûr û dûr naçim, ew mijareke dine. Ez dixwazim werim û li ser xaleke giring rawestim. Ew xal jî, Kurdên me yên dervî welêt in. Wekî diyar e, heyanî ji van dewletên Ewropî hat alîkariya me kirin û ji me re gotin: Hûn li welatê xwe ji zimanê xwe û mafê xweyî netewî bê par mane, de keremkin û bi zimanê xwe bixwînin. Lê siyasetmedarên me, bi piraniya xwe bi çavê ticaret û partîtîyê li pirsa ziman xwedî derketin û hevalên xwe zane û nezan derxistin pêş. Lewra ez bawer dikim, ku di vî warî de jî, gavine pir lewaz hatin avêtin.

Gelek malbat hene, li vê Almaniyayê, ku dê û bav Kurd zarokên Kurdan in, ji ser axa Kurdistanê hatine û baş bi zimanê Turkî nezanin, bi wan zarokên xwe re, ku li vir hatine dunyayê, bi Turkî diaxivin, ev ji bilî ku partizanên me li komele û civînên xwe, qet bîra zimanê Kurdî nabin. Ma li vir çi gunehê dewleta Turk e?. Ma li vir jî, zordarî û sitema Turkan heye?. heger ku em doza mafê xwe bikin jî, bila hinekî bextê me hebe, me tenê dersa xwe jiberkiriye, ku em bibêjin Ereb U Turk U Farisan zimanê me li me qedexe kiriye. Li Almaniya, em vî tiştî bibêjin em xwe dixapînin, û ti gunehê wan kesan tune ye, guneh yê me bi tenê ye û bila em li xwe vegerin, nemûneya herî balkêş heyanî niha min dîtîye, ya hevalê min Husên Dozen e, ku kurê wî çarsalî ye û ji zimanê Kurdî pêve, bi ti zimanan nezane, lê nikare bi zarokên Kurdên bakur re bilîze, ji ber ku zimanê wan ne yek e.

Li vir, ez ji wan Kurdan bi guman û şikim, ji kû dibin, ji kîjan perçî be, ji kîjan partî û êlê be, bila bibe. Ew dixwazin bi zimanê dijminê xwe bipeyivin û naxwazin bi Kurdiya xwe biaxivin, naxwe zimanê neyarê wan, li wan pîroz be. Lê tiştê herî giring ew e, ku bila gelê xwe nexapînin û ne bêjin: Em doza mafê we yê netewî dikin.

About The Author