Nêçîra Masîyan!

Zîbo sibê zû radibe ser xwe, taştîya xwe dixwe, dora xwe dide hev û tê li ser kulêf xwe dirêj dike. Radihêje qumanda televîzyonê û ji qenalekê derbasî qenalekê dibe. Dike û nake qenaleke li gorî kêfa xwe nabîne. Dike ufeuf û televizyonê digre, xwe bi ser hêlekê ve dirêj dike û serî davêje xewê. Lê xwe bi vir de diqulipîne nabe, xwe bi wê de diqulipîne nabe…
Temenê wî nuh bûye bîst û yek û xwîn di rehên canê wî de dikele; daturizandin lê tune, wek vitvitkê xwê di qûnê de ye, dike û nake ji qûna xwe re derekê nabîne ku deh deqeyan daturize, xwe rehet bike…
Di nav çar dîwaran de serî lê dibe hezaza kewan.

masigir KopieNahletekê li çavê şeytên tîne, radihêje şewka xwe û berê xwe dide golê, da ku wê acizîyê ji ser xwe biqewirîne…
Tê ser golê; lê dinêre ku kalekî heftê salî cîyê qûna xwe xweş kirîye û masîyan digre. Bi her kişandina şewkê re masîyekî wek hostekê pê re tê.
Zîbo di dilê xwe de dibêje; “Bi şeref kalo ne yê van salan e, pirça qûna wî bi girtina masîyan spî bûye, ew zane bê masî xwe li ku digrin û xwe li ku nagrin…”
Tê li kêleka kalo rûdinê û şewka xwe xweş kildike û davêje nav golê.
Pênc deqe derbas dibe bi derewa ye…
Deh deqe derbas dibe bi derewa ye…
Nîv saet derbas dibe bi derewa ye…
Lê li kêleka wî jî kalo masî li ser masî digre.
Zîbo heta êvarî tenê masîyekî jî nagre, kejika stuyê xwe dixwirîne û berê xwe dide malê.
Bavê wî li ber derîyê hewşê rûniştîye.
Bi xemgînî ji bavê xwe re dibêje; “Ez ji nêçîrê têm, lê min kir û nekir min tenê masîyek jî negirt. Li kêleka min kalekî heftê salî rûniştibû, derba wî vala nediçû, çawa şewka xwe diavêt golê, vala nedikişand, teqez masîyek pê re hildikşîya. Ez li xwe û li wî mam heyirî. Gelo ew ê sedem çi be bavo?”
Bavê wî dibêje; “Here ji wî bipirse berxê min, ew temenmezin û bi tecrûbe ye…”
Dibe sibe Zîbo dîsa radihêje şewka xwe û berê xwe dide golê.
Tê lê dinêre dîsa kalo rûniştîye û masîyan digre.
Berî ku şewka xwe hazir bike ji kalo re dibêje; “Kalo ez bi heyrano, ka ji kerema xwe re ji min re jî bibêje, Formula nêçîra masîyan çî ye?”
Kalo di bin wî simbêlê xwe yê mîna simbêlê Braderê Mûsîkî ku tayekî reş tê de nemaye de, dibişire, dikene û dibêje, berxê min, here malê rakeve, kengî bû sibe û tu şîyar bû, heke kîrê te bi kîjan hêlê ve raketibe, were şewka xwe bavêje wê hêlê…
Zîbo, şaş û matmayî serê xwe bera ber xwe dide û dikeve kezeba rê, berê xwe dide malê. Dibe şev û Zîbo radikeve.
Sîbê zû çawa ku Zîbo bi xwe dihise, bêcemê xwe ji xwe dişeqitîne û li kîrê xwe dinêre. Mîratmayo wek cinuhekî rep û rast sekinîye. Radibe ser xwe hazirîya xwe dike û berê xwe wek her car dîsa dide golê.
Tê lê dinêre ku kalokê wî li heman cîyê xwe rûniştîye û masîyên xwe digre.
Li kêleka kalo qûna xwe bera erdê dide.
Kalo li benda peyva wî ye.
Zîbo dibêje; “Kalo can wek ku te ji min re gotibû, raketim û bû sibe şîyar bûm. Çawa şîyar bûm, min destê xwe avêt bêcemê xwe û ji xwe şeqitand. Lê mixabin, kîrê min ne li alîyê çepê, ne jî li alîyê rastê raketibû, cit û rep û rast sekinîbû.”
Kalo serê xwe dihejîne dibêje; “Hey ehmeq! Hey kalo di dîya te nîyho! Madem ku kîrê te cit û rep û rast disekine, çi karê te li nêçîra masîyan heye, hihi?

Çavkanî: Bavê Sîmko

About The Author