Nûrselî Îdîz jî ket nav karwanê lotikan

Lîztikvan û şanogera berdîberdayî û dolheram sayin Nûrselî Îdîz, hevpeyvînek da ”Haberturk” ê û ji Kubra Parmaksizoglû re çend lotik avêtin. Nûrsel Îdîz a ku alkolîk e û bi taybet jî ji xistin û derxistinê pir hez dike, vê carê bela xwe li Kurdên xwelîser da û xirrê Kurdan hêdî hêdî, germik û nermik firkand.

Çima?

Xuyaye ji ber ku Kurdan nav şeqê wê derman nekiriye.

Heyatim Nûrselî Îdîz, di hevpeyvîna xwe de hinek tiştên xweş û rast jî gotiye ha, xwedê heye. Meselen dibêje: ”Ez lotikên CHP qet naecibînim. CHP hîna çîrokên salên 1970î ji xelkê re dibêje, vir û derewan dike” û qûşê li Kiliçdaroglû diqetîne.

Û ji bo Qasimpaşalî Receb çi dibêje?

Dibêje: ”Ez hinek lotikên demokratîk yên Qasimpaşalî diecibînim.”

Û ji bo PKK û terorê?

Dibêje: ”Kes nizane çima terora PKK dest pê kiriye. Ugur Mumcu tam dema ku sedema derketina PKK eşkere bike, hat kujtin. Gelo ev karê Kurdan e yan karê dewletek kûr e kes nizane. Mijarek tevlihev û wek şorba nîskê ye” filan û fîstan.

Nûrselî Îdîz xanima doxînsist, xortên ku derdikevin serê çiyê jî çend zîtirkên bergîlkî avêtin.

Çi dibêje quzharê?

Dibêje: ”Xort ne tenê ji bo şerê azadîyê dikevin nava PKK. PKK ji bo hinek berjewendîyên xwe wan dikşîne serê çiyê. Meselen li Başûrêrojhilat (Bakurê Kurdistanê) bazirganîyek pir mezin a narkotîkê (maddeyên bêhişker- eroîn, esrar, morfîn, afyon) heye. Min 7 salan bernama nûçeyên televizyonê çêkir. Ez pir li wir geriyam. Lê helbet Kurdên ku ne bi PKK re ne jî pir in” filan û fîstan.

Xanima germik û nermik Nûrselî Îdîz ji bo zimaê zikmakî çi dibêje?

Gotiye: ”Ez perwerdeya bi zimanê zikmakî di cîh de dibînim, mafên demokratîk mafekî xwezayî ye. Lê veqetandin û parçekirin nayê qebûlkirin. Em welatekî pirrengî ne. Ev pirrengîya me ji dema Osmanî û heta niha hatiye. Heke îro Kurd veqetin, wê sibê Laz û Çerkez jî doza axê bikin. Ev lotik nabe. Lê ziman û mafên demokratîk ser seran û ser çavan” û lotikek wek lotik û daxwaza PKK û BDP avêtiye.

Werhasilî kelam, Nûrselî Îdîz xanima perçiqî (xwedê heye, di xortanîya xwe de jinek pir ciwan, seksî û bedew bû. Gava meriv lê dinerî doxîna meriv ji ber xwe ve vedibû û girêza devê meriv 3 metroyan diherikî ellahwekîl) lotikek nexweş û çend jî lotikên xweş avêtin wesselam…

 

About The Author