Ocalan psîkolojîya wî kiriye şorbe

Wer xuyaye Qasimpaşalî Receb û serokê Kurdên dinya û axretê başqan Ocalan psîkolojîya hinek Tirk û Kurdan kirine şorba nîskê û tir ji wan berdane.

Meselen wekîlê partîya MHP Ozcan Yenîçerî.

Wekîlê partîya MHP sayin pozdirêj Ozcan Yenîçerî, berî niha zimanê wî li hev herbilîbû û ji Ocalan re gotibû „Sayin Ocalan“. Piştî vê gotinê, Ozcan Yenîçerî ketibû devê xelkê û bûbû qirdik. Piştre Yenîçerî bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku zimanê wî li hev herbilî ye û gotina „sayin“ bêhemdî ji devê wî derketiye.

Û niha?

Niha jî dîsa zimanê pozdirêjo li hev herbilî. Lê lotika vê carê lotike haaaaaa, ma „sayin“ û „mayin“ ji ber ve çiye?

Vê carê çi got sayin Yenîçerî?

Di preskonferansa meclîsê de got: „Başbakan Ocalan.“ Ango „Serokwezîr Ocalan.“

Halla hallaaaaaa sayinYenîçerî!

Law ma hema gava tu behsa Ocalan dikî zimanê te li hev diherbile oxlim?

Îcar Yenîçerî çi mahne ji xwe re dît?

Dibêje: „Law welleh, billeh û tilleh, Qasimpaşalî Reco û Ocalan psîkolojîya me kirine şorba nîskê. Herduyan dest dane hev û nîhane mejîyê me qardaşim“ û ajotiye.

Ez serê xwe û we neêşînim, nizanim ne birastî zimanê vî pozdirêjê Yenîçerî li hev diherbile û ne jî ew endamên partîya xwe di derbarê Ocalan de hêdî hêdî germik û nermik dike.

Ma kî zane babam, belkî birastî jî rojekê başqanê me bibe serokwezîrê van Tirko qerdaşlerên me ha,  we go çi?

About The Author

2 thoughts on “Ocalan psîkolojîya wî kiriye şorbe

  1. NORMALA SIBA TIRKO KARIN SEROKE KURDE EDINYAYI U AXRETI, BIXNE SEROKWEZIRE KOMARE TIRKIYE MUTAFA KAMAL PASA,(KAMALO SEROKEKI HERI DEMOKRAT U BESKETIBU, LI DINYAYE! BASKAN OCALAN) CIMA NE, AZADI TE BABO AZADI, TIRK, CIYAYEME DISEWITENIN, KURDEME DIKUJIN DIBIN TENKEDE, LI ASKEREME E KURD DIXIN DI QIJLEXWEDE, AV ASITIYEKE , EKER KURD BIKUSIN EV XIYENETIYE. ME MALE DINYEYE LO CEND KUR HATNA KUSTIN, TIRK U KURD BIRANE U ELHAMDULLLLAH EM HUMU TURKIN CIGERLERIM,

  2. Bi şeref û namûsa turkeşê lehnetî kim ku ocalan kutaye kezeba diya hemûyan ji loma ser û mejîyê van dêleguran bûye wek nîskê

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.