EV E BÛN 7 KURDISTAAAAAAAAAAN!!!!!!!!

Hêjî em wek Lotikxane fêm nakin ka Kurd çi dixwazin!

Va ye 7 Kurdistanên wan çêbûne, hêjî dibêjin em bindestin. Ma heke 7 Kurdistanên wan hebin, êdî doza çi dikin keko?

Saziya Parastina bala ya Lotikxanê li ser Kurdan dest bi lêkolînek berfireh ya sererd û binerd kir.

Derket holê ku ne tenê 7, lê belê 17 Kurdistanên Kurdan hene, hahoooooo…

Ka pêşî emê wan heft Kurdistanan temam bikin:

YEK: Kurdistana Tirkiyê.

DIDO: Kurdistana Îranê.

SISÊ: Kurdistana Îraqê, pardon Başûrê Kurdistanê.

ÇAR: Kurdistana Sûriyê.

PÊNC: Kurdistana Ermenistanê.

ŞEŞ: Kurdistana Azerbêcanê.

HEFT: Kurdistana piçûk li welatê Obama.

Bi neh telaqên bê fito û bê veger, 10 Kurdistanên din jî hene, lê belê ji bo ku çav li Kurdan nekeve, behsa navê wan nakin.

Binerin ka ew Kurdistan kîjanin.

8- Kurdistana Sor, li mabeyna Ermenistan û Azerbêcanê dimîne.

9- Kurdistana Balîkesîrê ku warê Kurdên Germiyanê bû.

10- Kurdistana Swêdê ku bûye şûna Kurdên tiral û betal.

11- Kurdistana Doyçlandê.

12- Kurdistana Misrê.

13- Kurdistana Israîlê.

14- Kurdistana Ingilîztanê.

15- Kurdistana Moskovayê.

16- Kurdistana Bexdadê.

17- Kurdistana Xwedê.

Ê helbet em behsa Kurdistana Kenya, Kurdistana Somalî, Kurdistana Hind û Çînê nakin. Heke em behsa Kurdistana Japonya, Zelanda, Vîetnam û Kamboçyayê jî bikin, bawer bikin ji xeynî Kurdistanê tu welatekî din li ser ruyê erdê namîne.

Axir, rojnama The Washîngton Tîmes û fitne û fesadên welatê Reşo Obama dibêjin ku ” Eyaleta Nashvîlle ketiye destê Kurdan û Kurdan ev eyalet îşgal û dagîr kiriye. Hema kîjan Kurd tê Amerîkayê, hema yekser li Nashvîlle cîhwar dibe. Heke bi vî awayî biçe, di demek nêzîk de wê navê Nashvîlle bê guhertin û navê wê bibe ”Mînî Kurdistan” filan û fîstan.

Çima na babam?

Çima reşik û meşik ji xwe re bajar û eyaletên taybet çêdikin, çima Çînî ji xwe re ”Çînatown” çêdikin, lê çima wê Kurdên gunikreş nikaribin ji xwe re eyaleta ”Mînî Kurdistan” çêkin?

Her Kurd bi kêrî welatê xwe nayên, berdin belkî hema li Amerîkayê rojek ji rojan bibin wezîr yan serokê Amerîkayê bavo, ma Kurd ne ji Eyşika Ereb in…

 

About The Author