Gelo mîrkut ji bo çi dihate bikaranîn?

Insan ji bo jîyana xwe hêsantir bike,her dem tiştan derxistiye holê. Carna mêjîyê xwe gelekî şixulandîye. Bi qiweta laşê xwe jîyana xwe ya taybet hêsan kiriye. Bi tabîatê jîyana xwe domandîyê. Berê wek niha teknolojî pir pêşve neketibû..Lê belê dîsa jî tişt derdixistin holê. Mirov li demên niha jî dînêre, dîsa insan ji bo ku jîyana xwe hêsantir bike teknolojîyên nû îcat dike. Demên berê jî wusa bû. Helbet Insan jî li gor derfetên vê demê û wê demê çi hewce bikira wîya dikir.

Insan ji bo ziktêrkirinê dexl bikar dianî. Ji bo ku dexl bi dest bixe, erd dajot, debr û der diçandin. Berîya her tiştî genim bi dest xistin gelekî giring bû. Bi vî genimî, ard, savar û hwd bi dest dixist. Helbet genim bi şiklekî dibû ard, bi şiklekî dibû savar û hwd. Insan ji bo savar bi dest bixe, gelek rê derbas dikir. Ji vana yek jî kutandina genim bû. Ewilî ew genimên ku ji alîyên cotkaran ve dihat çandin, dihate kelandin. Li ser arxûnan, li ser arên ku hatibû şewitandin, di sîtilan de dihat kelandin. Piştî kelandinê di nav curnên ku ji kevirên mezin hatibû çêkirin de dihate kutandin.

Helbet ji bo ku genim were kutandin tiştek lazim bû. Wê bi çi genim bikutandina? Ji bo vîya jî insan mejîyê xwe şixulandiye. Feyde ji tabîatê girtine. Şaxê daran bi kar anîne. Lazime ku genim bikutin. Aletê ku ji şaxên darên qalind nêzîkî 5cm dirêj kirine. Nava wî hatiye qulkirin. Darekî dirêj jî ji orta darên qalin derbas kirine û tê şidandine. Ji alîyê zirav jî meriv pê digire. Bi alîyê kalin ve jî genim tê kutandin. Ji vê aletê re ‘’Mîrkût’’ tê gotin. Bikaranîna mîrkut jî wusa ye; lazimê insanên hinekî bi hêz bi kar bîne. Insan mîrkut bi qiwet hildane û bi ser genim de hejandine. Helbet bi qiweta insanan bi her derblêxistina mîrkut ve genim ji qalikê xwe derdikeve û hinek dî hûr dibe. Ev mîrkut bi gelemperî mêr bi kar tîne. Lewra qiweta laşê mêran ji jinan bêtire. Helbet dîsa jin û mêr jîyanê bi parvekirinê hêsan dike. Jin genim di nan avê de li ser arên gur dikeline û hazirîya kutandinê dike. Zilam jî mîrkut amade dike û genim dikute.

Demên berê cîranên derdoran jî hemû hazirîya xwe bi hevre dikirin û li taxekê kom dibûn. Hemû bi hevre genim dikutan û savar bi dest dixistin. Bi vî şiklî hevaltî û hevdû naskirin jî zêde dibû.Wek ku li wê taxê şahîyek bê lidarxistin. Rojek xwe bi vî rengî derbas dikirin. Dema ku genim bikutana, du kes li hemberê hevdu li ber curn disekinîn,di destê her yekî de mîrkutek dibû. Genim dikirin nav curn û dest bi kutandinê dikirin.Her carê yek bi qiweta xwe li ser genim mîrkût diweşand. Bi vî şiklî rengekî xweş, dîmenekî xweş derdiket holê. Helbet jin jî li ber curn li ser congên xwe li erdê rudinişt û her carê bi destê xwe genim tevdida. Mêrên ku genim dikutan dest bi stranan jî dikirin. Yek digot yê din dubare dikir. Meriv dikare bibêje stranên karan. Ji gotinên wan stranên karan mînakek;

Mîrkut
Mîrkut bînin vî yalî
Zend û bendan vemalî
Doxê bigrin û rakin
Bila dangoh binalî
Him dano
Him xwarino
Him jîyano
Kesî nekin
Bê îmano
Kesî bikin
Jîn û jano
Ay ay ay ay……û hwd..

Bi vî rengî karê xwe zû û pakij diqedandin. Him parvekirin hebû him hezkirinek jîyanê

About The Author