Divê yekîtîya dewleta Tirkiye bê paraztin

Gotina serokê sererd û binerd, hûn bixwazin jî û nexwazin jî, wê bi cîh bê qardeşlerimiz.

Serokê hêja gotiye:

Yeeeeek: Daxwazek me ji bo federasyonê û ji bo otonomiyê tuneye.

Didooooo: Xet û metên me yên sor û mor tunene. Divê BDP jî dest ji van xetikokên soremoçkî berde.

Sisêêêêê: Divê yekitîya komara Tirkiye mîna xwe her bê paraztin û şeq û deq û qelş lênekevin.

Çaaaaar: Divê gerîlla dest ji şer û mer berdin. Di vî şerê bêmane de heta niha kî hatibe kujtin ji min re ne derd e, kî birîndar jî bûbe dîsa ji min re ne derd e.

Pêêêêênc:  Divê lihevhatin di sê pêngavan de bi cîh bê:

PKK çek deyne, lê bila leşker çek bi kar bîne.

Bila PKK biqewire û ji Doxû û Guneydoxûyê derkeve, bi ku de dicehime bila bicehime û here. Bila ew serkêşên li Qendîlê şervanan îqna bikin da ew carek din dest nedin çekan, da ew carek din dest bi lotikên şer nekin.

Şeeeeeşşş: Tirkiye bûye demokrasî û pirsa Kurd wê ji ber xwe ve hel bibe.

Heeeeeffft: Gelî lotikvanan, hûn zanin ev xal çi ye ku sayîn başqan gotiye? Heke we zanîba, bi sê telaqên mêrberdanê xew nediket çavên hewe. Ew jî ev e: Jixwe va ye Tirkiye sibe, du sibe dibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Hingî ji ber xwe ve Xweseriya Demirqirasetî çêdibe. Hûn bixwazin jî ev e û nexwazin jî ev e.

Kurd dibêjin: Kero nemir bihar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê.

Em ê jî li benda hatina endametiya Yekîtiya Ewrûpayê bimînin ka bê xwedê çawa dike. Heke endametîya Yekîtîya Ewrûpayê jî qeraseyek nexist me Kurdan başe…

Enqere

About The Author