Bavê cilêtçîyan mir

Belê, Muslum Akbaş, ango Muslum Gurses ê Ruhayî mir û çû ber dilovanîya xwedê. Bela serê malbata wî û serê Ruhayîyên me sax be. Her çi hikmet be lotikvanên qerase ji bajarê Ruhayê derdikevin. Erê dibêjin Ruha bajarê pêxembera ye, lê ne tenê pêxember ji Ruhayê derdikevin. Cilêtçî, îsotçî, stranbêj û tirşikçî jî ji Ruhayê derdikevin. Yek ji wan lotikvanan jî Muslum Akbaş (Gurses) bû.

Muslumo di sala 1953an de li gundekî Xalfetîyê hat dinyayê. Piştî wek malbat koçberî bajarê Adana bûn, di radyoya Dengê Adana de dest bi stran û lotikan kir û deng da, meşhûr bû.

Lê ya herî girîng, Muslum Gurses bûbû dengê cilêtçîyên Tirkiyê. Xort û ciwanên ku guhdarîya stran û awazên wî dikirin, bê eraq serxweş dibûn, xwe didan ber cilêt û ûstûrayan û hûrê xwe berdidan erdê. Ê helbet kişandina esrar û heşîşê jî parçeyek ji vê lotikê bû canim, ma kesê ku nekşîne, wek zotika mirîşkê çav lê sor nebe, kare xwe bide ber cilêt û kêran? Na.

Werhasilî kelam, Muslum Baba mir û rehma xwedê kir.

Bela serê cilêtçî û esrarkêşan sax be..

About The Author