Hatin! Hatin! Bi tûran ayet hatin!

Ev 582 roj bûn ku avûkat neçûbûn giravê û em bindestên dawiya zemên ji wan ayetên tije perspektîv mehrûm mabûn. Ew ayetên ku deh salan, her roja çarşemê nazil dibûn û di roja hefteyê ya herî pîroz de, piştî xudba roja înê, mîna rehma Xwedê bi ser me de dibariyan. Ma çiqas xweşbûn ya rebî? Me ji wan têr dixwar, vedixwar, li dost, heval û dijminên xwe jî belav dikir.

Dewran fitilî û bi ser me de hat 27ê tîrmeha 2011ê. Xebera nexêrê belav bû gotin “gemi bozuktur qardeşim”. Ji hingî ve avûkatên reben 159 caran çûne ber gemiyê û xwe circirandin, lê xêrnexwazan nehiştin ew bigihîjin girava pîroz.

Lê dewran dîsa zîvirî, fetlek da xwe û vê carê bû qismetê wekîlên me ku xwe bigihînin wê erda pîroz, cem wî zatê pak û bimbarek. Û wekîlên me yên ku destevala çûbûn, bi tûrek ayetên ezel û ebed vegeriyan.

Vêca bila çavên me hemiyan ronî bin! Ez we xwendevanan hemiyan radimîsim, têm destê mezinan, çavê biçûkan, rûyê keçikan, mirçç, mirçç. Ayet li me gişan pîroz bin!

Kerem bikin! Bi telaq vê carê ew besî me hemûyan e, têra me heta sed qirnê din jî dikin.

Hernêêêê! Govend û dîlan e!

Peyamnêrno! Ragihînin!

Fermandarno! Yoxunlaşmîş bibin!

Şervanno! Qavramîş bikin!

Hevalno! Tesdîq bikin!

Jinno! Bilîlînin!

Rexnegirno! Antîtezên xwe binivîsin!

Mirîdno! Xayînên hemdem nas bikin!

Turk gazeteleri! Rojnameyên xwe dagirin!

Turk televîzyonî! Reytîngê bikin!

Kurdistanperestno! Biteqin!

 

 

About The Author