Oral Çaliştar û Denîz Gezmîş di hebsa Mamak ê li qawîşên cihê de dimînin.
Hevalek ji yên qawîşa Denîz di gurçikên wî de kevir hene. Şevekê seet di duduwan de kevirên gurçik zorê didinê û qolincan dikêşe. Herçend heban didinê jî lê çi faydê jê nabîne.
Di wê navberê de ji nişkava Oral tê bîra Denîz û dixwaze tinazan pê bike. Denîz qardîyanan eyar dike, nîvê şevê jibo tinazekê diçin Oral Çalişlar ji qawîşa wî ji xewê şîyar dikin û tînin qowîşa Deniz.
Oral dinere yek li erdê xwe digevêze. Deniz û çend kesên din jî li dorê sekinîne. Denîz ji hevalê xwe re çav dike û ji Oral re dibê:” Di gurçikên wî de kevir hene, zêde zorê didinê”
Oral : “Ma ez çi bikim, ez ne doxtor im birê min!”
Denîz : “Ne tu Maoçî yî, li Çînê van nexweşan bi akûpûnktûr tedawî dikin. Tu jî wî bi akûpûnktûrê tedawî bike” û tinazê xwe pê dike.
Ê helbet heta Oral Çalişlar meselê fêhm dike, hasil di Mûsilê re derdikeve. Denîz Gezmîş bi vî awayî lotikekê li Oral Çalişlar dixe tirrê ji Maocîyan berdide.
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye