NEWROZ

Newroz pîroz be,win nekin kînê

Rojê bi doz kin, ji boyî jînê

Newroz pîroz kin, rojê bi doz kin

Deynin ser ziman,bi şeker-loz kin

newroz1

Li heyf negerin, ji doz megerin

Win aştîxwaz bin, ji maf megerin

Bo win ser bilind,ew serî xwar in

Da gel fêm bike, ew çi barbar in

 

Ya rast biparêz, heta ji te bê

Aştî biparêz,heta ku hebê

Heq biparêze,heta yek gepê

Da gel zanibe,ew zehamar in

 

Lêde daholê, deng here her der

Lêde bi maqam, da neçe ji ser

Tu bide zanîn, tu bêje bi ger

Da gel zanibe,çi viroker in

 

Win nekin kînê,em ne kîndar in

Ji bo şerefê,em pir bi navdar in

Bo xwîn rijînê,em nefretkar in

Ji bo yekîtî,wek Newroz herin

 

Biner li çerxê,wek parçê başûr

Çek teqandibûn, gelekî pir dûr

Yekîtîya wan,nêzîk ne pir dûr

Waye sitandin,wek wana herin

 

Newroz pîroz be, li ser û serê

Agirê aştî, xuya li her derê

Tevde dibêjin,ber dijmin herê

Li ser sê parça,win wek wan herin

 

Bo aşîtîyê, bi stran û saz im

Ezê bi serkevim, ez serfîraz im

Ger çenk şikestî,ez ne kîndar im

Ger jîyan rojek be, dev jê naqerim

         27.03.91.

About The Author