Ma ji vê ecêbê mezintir, ji vê qebhetê mezintir qebhet hene gelo?
Wer meriv piştî 50 salî esl û binyata pîrika xwe nas bike kuro!
Stranbêja navdar a Ereb û lotikvana germik û nermik xanim Mayada el Hennawi, piştî 50 salî pê hisiyaye ku pîrika wê (dapîra wê) Kurd e û rabûye stranek li ser Kurdistanê xwendiye.
Xanima germik û xweşik, gotiye ku „Min herdem Kurdistan nas kiriye lê naveroka vê helbesta ku min wek stran xwendiye, naverok û wateya Kurdistanê li ber dilê min şîrîntir kiriye“ filan û fîstan.
Siphan ji kerametên rebbê alemê re!
Piştî ku tirr di Hennawî xanimê de nemane îcar Kurd û Kurdistanê nas dike kuro..
Keçê hey agir bi doxînê ketê, heta niha tu li ku bû?
Yan bêhna dewlemendî û petrola Kurdistanê ket bêvil û pozê te?
Te di xortanî û ciwanîya xwe de behsa Kurd û Kurdistanê bikira û bihata Kurdistanê keçko, belkî hema peşkên te li hinek xortên Kurd biketa wî, ma piştî 50 salî emê çi tamê ji xal û malên gerdena te wergirin?
Werhasil, dibêjin „Meriv ji nîvê rê jî vegere başe“.
Îcar Mayada el Hennawî piştî 50 salîya xwe naskiriye ku dapîra wê jî Kurd e û rabûye bi Kurdî stran gotiye, baş û pîroz e wesselam…
Ê de rebbê alemê li bihuşta rengîn 70 Nûrîyên qerase bike qismetê te rebbî…