Şabaş ji „Demokratîkkirina Tirkîyê“ re!

Şikir ji xwedê re!

Şikir ji rebbê alemê re!

Piştî kujtina 60 hezar Kurd, şewitandina 4 hezar gund, koçberkirin û derbederkirina 5-7 milyon Kurd, asîmîlekirina bi sedhezaran zarokên Kurd, demokratîkkirina dewleta Tirk bû armanca me.

Kilîlîlîlîlîîîîlîîîîîîîîîî, şabaş û 101 carî şabaş!

selo sirri buldanEm ji serxwebûnê daketin „Ortadogû Konfederasyonû-Konfederasyona Rojhilata Navîn“. Em ji Konfederasyona Rojhilata Navîn daketin „Xweserîya Demokratîk“. Û niha jî em ji Xweserîya Demokratîk daketin „Demokratîkkirina Dewleta Tirko“. Yanî, „Yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman“. Yek ziman, ji ber zimanê Kurdî nabe zimanê fermî yê perwerdeyê û di makzagonê de jî cîh nagre.

Ma ka ji vê tekoşînê xweştir tekoşîn, ji vê Kurdayetîyê xweştir Kurdayetî û ji vê lotikê xweştir lotik babam? Ma di dinyayê de şoreşek bi vî awayî çêbûye? Naaaaaaaaa!

Axir, îcar em vegerin ser mijara xwe…

Şandeya sêyem a ku ji Selahattîn Demîrtaş, Sirri Sureyla Onder û Pervîn Bûldan pêk dihat, çû serdana başqan Ocalan û vegeriya.
Piştî hevdîtinê, serokê BDP cîgerim S.Demîrtaş peyama başqan Ocalan xwend û da lotikan.

Demîrtaş got ku başqan Ocalan gotiye: “ Binerin cîgerim, pêvajoya çareserîyê ya ku dest pê kiriye, bi awakî erênî didome. Armanca me hemû Demokratîkkirina Tirkîyê ye. Ezê 21ê Adarê di pîrozbahiya Newroza Amedê de bangekê bikim. Ji bo wê amadehîyên min dewam dikin. Banga ku ezê amade bikim wê bangek dîrokî be. Di naveroka banga min de him ji bo çareserîya siyasî him jî ji bo çareseriîya leşkerî wê agahîyên têrkirî hebin. Mesela çekan jî ez dixwazim ku bi lez û bi awakî ku canek jî neyê wendakirin çareser bikim. Di vî warê de ez ji bo çareserîyê piştgirîya parlementoyê û a partîyan girîng dibînim. Hêvîya min ew e ji bona ku vekişandin û çareserîya mayînde pêk bê, peywira dîrokî ya ku dikeve ser milên parlementoyê wê bi cîh bînin“ filan û bêvan.

Axir, me „Demokratîkkirina Tirkîyê“ fêhm kir, gelo wê ew „banga dîrokî“ çibe sayin başqan?

Ma bangek ji banga „Demokratîkkirina Tirkîyê“ mezintir yan dîrokîtir bang hene qurban?

Ez serê xwe û we neêşînim, emê li benda 21ê Adarê, Newrozê û vê banga dîrokî bin. Hêvîdarim banga sayin başqanê me bangek têr naverok, têrgoşt û ji projeya „Demokratîkkirina Tirkîyê“ ne kêmtir be..

De ya bi xêr….

Bûrsa

About The Author